DAIŞ’ê li Selahadîn û Xaneqînê êrîş kir: 10 mirî, 4 birîndar

Çeteyên DAIŞ’ê li Selahadîn û Xaneqînê êrîşî leşker û polîsan kir. Di encama êrîşê de 7 leşker û 3 polîsan jiyana xwe ji dest da.

Çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Bêcî yê girêdayî Selahedînê êrîşê bendeke kontrolê ya polîsan kirin. Di encama êrîşê de 3 polîsan jiyana xwe ji dest da û 4 polîs jî birîndar bûn.

XANEQÎN

Li nêzî Gola Hemrînê yê başûrê navçeya Qeretepe ya Xaneqînê du teqîn pêk hatin û di encama teqînê de leşkerekî Iraqê jiyana xwe ji dest da û gelek leşker jî birîndar bûn.

Di teqîna îro li heman cihê pêkhatî de jî 6 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan.