DAIŞ'ê li Dêra Zorê komkujiyeke din kir: 20 sivîl mirin
Çeteyên DAIŞ'ê li Dêra Zorê komkujiyeke din li sivîlan kirin. Di komkujiyê de herî kêm 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Çeteyên DAIŞ'ê li Dêra Zorê komkujiyeke din li sivîlan kirin. Di komkujiyê de herî kêm 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Li bejahiya Dêra Zorê, çeteyên DAIŞ'ê îro piştî nîvro saet di 13:20 de komkujî kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê li gundê Feracê ku di navbera şîrketên Cefra û Konika de ye, wesayiteke bombebarkirî di nava sivîlan de teqandin.
Di encama teqînê de 20 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 30 sivîl jî birîndar bûn.