DAIŞ’ê êrîşî leşkerên Iraqê kir: 2 mirî 3 birîndar
Li Xaneqînê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên Iraqê de pevçûn derket. Di encam pevçûna de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li Xaneqînê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên Iraqê de pevçûn derket. Di encam pevçûna de 2 leşkerên Iraqê hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li bajarokê Sediye yê bi ser navçeya Xaneqîn a Diyale de artêşa Iraqê û Heşdî Şebî ji bo rizgarkirina 4 kesên ku şeva borî ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin rizgar bikin, îro danê sibehê dest bi operasyonê kirin.
Hate ragihandin li ser gola Hewrîn artêşa Iraqê kete kemîna çeteyên DAIŞ’ê û pevçûn rû da. Li herêmê şer û pevçûn berdewam dike.
Di pevçûnan de 2 leşkerên Iraqê jiyana xwe ji dest dan û 3 jî birîndar bûn.