‘Dagirkerî tenê bi helwesta netewî dikare were vale derxistin’

Li Brukselê di civîna tevayî rojê de deklerasyona helwesta netewî ya li dijî dagirkirina dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê hate amadekirin. Beşdarvanan gotin; “Dagirkerî tenê bi helwesta netewî dikare were vale derxistin."

Bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji her çar parçeyên Kurdistanê ronakbîr, nûnerên partî, sazî, rêxistinan ji bo diyarkirina helwesta neteweyî li Bruksela Belçîkayê civiyan.

Beşdarvanên civînê li beramberî êrîşên hêzên mêtînger ên li dijî Kurdistanê helwestekî netewyî ya çawa wê bê nîşandan nîqaşkirin.

Di beşa dawî ya civînê de hem beşdarvanan nêrînên xwe anîn ziman û hem jî pêşnûme deklerasyona helwesta netewî ya ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatî amadekirin, hate gotûbêjkirin.

Di beşa duyem de nûnerê PEN’a Kurd Kakşar Oremar diyar kir ku ji bo lidarxistina konferansa aştiyê ya navnetewî ya li Hewlêr û Qamişloyê were lidarxistin xebatan dikin. Oremar diyar kir ku ji gotinan zêdetir divê pratîk were kirin û ragihand ku li pişt amadekariyên dagirkeriyê ya dewleta Tirk Îran jî cih digre.

Piştre nûnera Komeeya Xizmên Mexdûr û Windayan Yadê Sûltan axivî û got êrîşên dagirkeriyê ne tenê li dijî gerîla li dijî sivîl û xwezaya Kurdistanê ye. Nivîskar Fevzî Ozmen jî bibîrixst ku gelê Kurd di dîrokê de dema yek bûn têk neçûne û ev bang kir; “Divê li dijî dijminên gelên Kurd û hevkarên hêzên dagirker helwesteke stratejîk were dayîn.”

‘GOTINA ÊRÎŞ TENÊ LI DIJÎ PKK’Ê YE ŞAŞ E’

Emîn Cîre jî balkişand li ser êrîşên dijî gelê Kurd û got; “Eger sibê plana şer a Erdogan pêk were, ti wateya wê nîne bêjin gel yan ev gel. Li gorî min hemû plan ji bo sedsala salvegera Lozanê 2023 tê kirin. Dibêjin hêzên Başûr bêdeng in, li gor min ne bêdeng in ew jî di nava vê planê de ne.”

Siyasetmedarê Kurd Kemal Aktaş jî got êrîş ne tenê li dijî PKK’ê li dijî hemû gelê Kurd e û wiha domand; “Di hinek axaftinan de tê gotin ji ber yekîneyên PKK’ê li wê herêmê ye û êrîş li dijî PKK’ê ye. Li gor min ev şaş e, êrîş li dijî hemû Kurdistanê ye. Rojên derbasbûyî êrîşa li Trabzonê me dît ma li wir PKK hebû?.”

‘DIVÊ PIŞTGIRÎ JI BO ÇALAKIYÊN 10’Ê TEBAXÊ WERE DAYÎN’

Di beşa dawî ya civînê de pêşnûmeya Komîteya Amadekar a KNK’ê ya “Deklerasyona helwesta netewî ya li dijî dagirkeriyê” hate xwendin. Piştre beşdarvanan têkildarî deklerasyonê nêrînên xwe anîn ziman. Wê deklerasyon piştre bi raya giştî re were parve kirin.

Li aliyê din banga piştgirîdayîna ji bo çalakiyên 10’ê Tebaxê yên li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê ku wê li tevahiya Ewropayê were lidarxistin, hate kirin.

Wê bi pêşengiya KCDK-E “10’ê Tebax Roja Çalakiyên Li Dijî Dagirkeriyê” were îlan kirin û serî de li konsolosxaneyên Tirk û qadên girîng ên Ewropayê bi girseyî dagirkeriya dewleta Tirk were protestokirin.