Dagirkeran li Agiriyê derba giran xwarin: 25 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê çalakî lidar xistin. Di encamê de 25 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me di arçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin. Di vê çarçoveyê de;

21'ê Adarê saet di 09:45'an de li ser rêya qereqola Kozîlî ya navçeya Bazîdê ya Agiriyê, hêzên me li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî reşandin ku li dewriyeyê digeriya. Ji ber ku derbên giran lê ket wesayit teqiya û bi temamî îmha bû. Li dijî yekîneyên dijmin ên ji bo destwerdanê hatin cihê bûyerê 2 çalakiyên sabotajê hatin kirin. Di encama van çalakiyan de 24 leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

17'ê Adarê li dijî leşkerên li girê ewlekariyê yê qereqola Vedat Ozkaya ya li navçeya Bazîdê çalakiyek hate kirin. Di çalakiya sûîqestê de leşkerek hate kuştin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êrişên hewayî birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

20'ê Adarê saet di 17:30'î de balafirên şer girên Suleyman û Kartal ên Avaşînê, qada Goşîne ya herêma Xakurkê û derdora Çemê Zê yê herêma Zapê bombe kirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."