Dagirkeran êrîşa hewayî birin ser qadên gerîla

Êrîşên dagirker ên artêşa Tirk a dagirker a li ser Qadên Parastinê yên Medyayê didome. Hate diyarkirin di êrîşan de ziyan nehatiye ser hêzên gerîla.

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, ''Artêşa TC a dagirker ku li bara bara hêzên me bi êrîşên berfireh jî nikare encamê bistîne, êrîşên hewayî yên li ser Qadên Parastinê yên Medyayê didomîne.

HPG'ê ragihand ti ziyan nehatiye ser hêzên gerîla û ev agahî dan:

''16'ê Çile saet 09:30'an qada Çiyayê Reş a herêma Zapê û kendalên Girê Rûbar 3 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

18'ê  Çile saet 09:30'an qada Girê Hekarî ya herêma Metîna du caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.

18'ê Çile saet di navbeyna 22:00-22:20'an de li qada Şehîd Serdar a herêma Avaşînê tevgera helÎkoptêran çêbûye.

18 û 21'ê Çile Deriyê Hirçê û qadên Girê FM yên bi ser herêma Garê ve 6 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin.''