Dag û Er ên li Hewlêrê girtî ne 8 roj in di rojiya mirinê de ne

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ê li Hewlêrê girtî ne, li dijî binpêkirina mafên mirovan 8 roj in di rojiya mirinê de ne.

Li Herêma Kurdistanê ya Federe, 17'ê Tîrmeha 2019'an sîxurê MÎT'ê Osman Kose yê li Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê wezîfedar bû hate kuştin. Ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er jî bi hinceta kuştina Osman Kose hatin darizandin û dadgehê cezayê îdamê li wan birî. Herdu ciwanên ku li Hewlêrê girtî ne, 8 roj in li girtîgehê di rojiya mirinê de ne.

Dag û Er îro bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîn û diyar kirin ku ji ber daxwaza wan a ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan û guhertina girtîgehê bêbersiv hatiye hiştin di 13'ê Sibatê de dest bi rojiya mirinê kirine.

Dag û Er ragihandin ku ji ber şert û mercên nebaş wan gelek caran daxwazname dane ji bo girtîgeha ew lê ne bê guhertin, lê belê daxwaza wan bêbersiv maye.

Dag û Er diyar kirin ku rayedarên emniyetê yên ku li ser binpêkirina mafên mirovan pê re axivîne, ji wan re gotine 'Ji ber ku we dîplomat kuştine em vê dikin'.

Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Dag û Er ber bi nebaşiyê ve diçe û di nava 8 rojên dawî de 10 kîlo li xwe kêm kirine, xwînê verdişin û bang li raya giştî hate kirin ku bala xwe li ser mijarê be.