Dag û Er ên di rojiya mirinê de ne, bi xwînê verdişin

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku 9 roj in li Hewlêrê di rojiya mirinê de ne, êdî bi xwînê verdişin.

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er, ku 17'ê Tîrmeha 2019'an li Başûrê Kurdistanê bi hinceta kuştina sîxurê MÎT'ê Osman Kose yê li Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê wezîfedar, ji aliyê PDK'ê ve cezayê îdamê li wan hate birîn, ji 13'ê Sibatê ve li girtîgeha li Hewlêrê di rojiya mirinê de ne.

Mazlûm Dag bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir, ku mafên wan hemû têne binpêkirin. Dag anî ziman ku êdî bersiv ji daxwaznameyan re jî nayê dayin û diyar kir ku rayedarekî ji aliyê midûrê girtîgehê ve hate wezîfedarkirin ji wan re gotiye, "Ji ber ku we endamê MÎT'ê Osman Kose kuştin, em tolê ji we hiltînin."

Dag ragihand ku bersiv ji daxwaznameyên DAÎŞ'iyan re jî tê dayin, yekser hevdîtin bi wan re tê kirin û anî ziman ku tevî hevalê xwe Abdûrrahman Er nêzî 50 daxwazname pêşkêş kirine, lê hîn bersiv ji wan re nehatiye dayin. Dag got, gef li ser ewlehiya jiyana wan heye û xwest ku di vê mijarê de tavilê hevdîtin bê kirin.

Li gorî agahiyan Dag û Er nikarin avê jî vexwin û bi xwînê verdişin.