Dag û Er di greva birçîbûnê de ne, malbatên wan bang kirin

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku li girtîgeha Hewlêrê mafên wan ên mirovî têne astengkirin, di greva birçîbûnê de ne. Malbatan nerazîbûn nîşanî Rêveberiya Hewlêrê dan û gotin, "Bes zilmê li ciwanên Kurd bikin."

Ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li Başûrê Kurdistanê ji ber bûyera ku 17'ê Tîrmeha 2019'an li Hewlêrê qewimî, bi zexta dewleta Tirk hatin darizandin û cezayê îdamê li wan hate birîn.

Apê Abdûrrahman Er Necmettîn Er û kurê xaltîka Er Yilmaz Polat li ser vê pêvajoya derveyî mirovahiyê ji ANF'ê re axivîn û xwestin, ku binpêkirina mafên mirovan a li dijî ciwanên Kurd tê kirin bi dawî bibe.

ER: RÊVEBERIYA HEWLÊRÊ BILA DEST JI DIJMINATIYÊ BERDE

Necmettîn Er got, "Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ku bi îdîaya sîxurê MÎT'ê Osman Kose kuştine hatin darizandin û cezayê îdamê li wan hate birîn, ji mafên bingehîn ên mirovî bêpar têne hiştin."

Necmettîn Er wiha dewam kir, "Li girtîgeha ku di bin kontrola rêveberiya Hewlêrê de ye, ji hevdîtina bi malbatê re, mafê şandin û wergirtina nameya, alîkariya bi pereyan û kincan bêpar têne hiştin."

Necmettîn Er diyar kir ku Er û Dag li dijî kiryarên li derveyî mirovahiyê yên rêveberiya Hewlêr ji roja Şemiyê ve di greva birçîbûnê ya bêdem de ne. Necmettîn Er bang li rêveberiya Hewlêrê û saziyên pêwendîdar kir û got, "Dest ji vê zilma ku li zarokên gelê Kurd tê kirin, berdin."

POLAT: LI GORÎ BERJEWENDIYÊN DEWLETA TIRK TEVDIGERIN

Yilmaz Polat jî anî ziman ku biryara îdamê ya li dijî Dag û Er hatiye dayin biryareke rast nîne û got, "Ev biryar biryara Rêveberiya Hewlêrê bi xwe nîne. Bi esasî biryareke ku li gorî berjewendiyên dewleta Tirk hatiye wergirtin."

Polat got, "Rêveberiya Hewlêrê nêzîkatiya ku li hemberî girtiyên DAÎŞ'ê jî nîşan nade, li dijî Er û Dag nîşan didin."

Polat bi dewamî got, "Divê ciwanên Kurd bi destê Kurdan neyên kuştin û zerar li wan nebe. Her wiha di serî de rêxistinên mafên mirovan em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku bala xwe li ser vê mijarê be."