'Kurdî ji dagirker û desthilatdaran mezintir e'

Parlamentera HDP'ê Dersim Dag bal kişande ser pergala asîmîlasyonê ya li dijî Kurdî û got, "Hêza zimanê Kurdî, ji lewra zimanê Kurdî, ji hemû pergalên dagirker û desthilatdar yên li Kurdistanê mezintir e."

Parlamentera HDP'ê Dersim Dag bal kişande ser girîngiya zimanê bîngehîn ê civakê û got, "Zimanê hîmû rengvedana çand û jiyara gelekî bi xwe ye. Bi wateyek dîtir, zimanê bingehîn ê gelekî her tiştê ku xwemalî wî gelî bi xwe ye li xwe bar kiriye."

'HÊZA KURDÎ JI DAGIRKERAN MEZINTIR E''

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag qala zimanê Kurdî kir û got: "Zimanê Kurdî çanda Kurdan a ku ev hezar sal in heye, li pişta xwe bar kiriye û heta îro aniye. Ez vê tiştê ji bo wê dibêjim ku îdeolojiya fermî ya desthilatên Kurdistanê ti carî destûra çandeka nivîskî û veguhêzî nedane, lewma zimanê Kurdî tekane mîrateya heyîna Kurdan û kelepora wan e. Her çiqas lîstikên beramberî tunekirina Kurdan bi awayekî xurt û bê sekin hatibin lîstin jî, negihiştine hêza zimanê Kurdî, ji lewra zimanê Kurdî, ji hemû pergalên dagirker û desthilatdar yên li Kurdistanê mezintir e: Belê, zimanê Kurdî ji nijadkujiyê jî mezintir e. Berfirehiya madî û manewî ya çanda Kurdan nehiştiye ku tu desthilatdar serî li Kurdan bide çemandin."

Dag got nîjadkujiya ku bi rêya azîneyên leşkerî û bi polîtîkaya asîmîlasyonê xwe li ser Kurdan dide ferzkirin ti carî nehatiye pejirandin û domand, ''Ji ber vê sedemê ye ku desthilatiyên komarê her tim xwedî tirsek mezin bûne, gelo Kurd wê azad bibin an na? Di têgihana dewletê ya li hember Kurdan de her ev tirs hebûye, çawa ku Kurd bi hêviya azadiyê mezin bûne, dewlet bixwe jî bi vê tirsê mezin bûye. Lê belê niha tirsa wê li ber hêviya wan asê maye.''

'DEWLETA TIRK QIRKIRINA KURDAN DAYE BER XWE'

Dersim Dag diyar kir dewleta Tirk bi salan e qirkirina Kurdan daye ber xwe û ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne tişta ku ji dest tê texsîr nake û wiha pêde çû: ''Kurdî bi awayek gelek bibiryar û bi xweragirî xwe li ber polîtîkayên dewletê yên asîmîlasyonê parastiye. Tevî ewqas dewletê qedexe û astengî danî ser zimanê Kurdî lê nikarîbû hêz, dewlemendî û qedîmiya wê têk bibe.''

Dag bi domdarî bal kişande ser polîtîkayên pişaftinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdî û got, ''Zimanê Kurdî, bi du zaravayên xwe yên qedîm ve (Kurdiya kurmancî û Kurdiya kirmanckî) li Tirkiyê polîtîkayên kirêt yên bişaftinê li ser hate kirin û mixabin hê jî li ser tê kirin. Pergala dagirker ya dewleta Tirk wisa dizanîbû ku heke bikaribe Kurdan ji zimanê Kurdî dûr bixe wê di bernamaya mêtinkariya xwe de bi ser bikeve. Lê mixabin bernameya wê vajî bû û Kurd bêtir li çanda xwe û zimanê xwe xwedî derketin.''

Derbarê polîtîkayên xapandinê yên li ser Kurdî jî parlamentera Dag got zimanê Kurdî mîna 'zimanê ne kifş e' tê pênasekirin, bal kişande ser zanîngeh û kursên zimên û got, ''Bi çend zanîngeh û kursên zimên nikarin gelê Kurd bixapînin.''

'ARMANC EW E KU KURD BI KURDÎ NEFIKIRIN'

Dag qala astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî û neaxaftina bi zimanê Kurdî kir û wiha domand:''Bi milyonan Kurd êdî nikarin bi zimanê xwe biaxivin, binivîsînin û xwe îfade bikin. Armanca dewletê ew e ku bila Kurd bi Kurdî nefikirin û bi vî awayî ji rehên xwe, ji Kurdbûnê dûr bikevin, bibin hemwelatiyên maqûl yên ne Kurd. Îro jî di saziyeka dewletê da Kurdî qedexe ye; ji dibistanên ku dersên Kurdî wekî dersên bijartî lê tên dayîn jî qedexe heye. Dest û piyê dewletê li hev aliyaye, dizane ku nikare ji deriyê vekiriye ra derkeve, ber hindê xwe li rêyên nû diceribîne. Bo nimûne nahêle ku xwendekar di lîsteya dersên bijartî da Kurdî bibijêrin, ber hindê; yan Kurdî ji lîsteyê derdixe yan jî lîsteyê nîşanî malbatên Kurd nake û xwe bi xwe dadigirin. Dewlet nahêle Kurdek xwe bi zimanê xwe ragihîne: Li dadgehên hikumetê gelek doz hene û ji ber ku girtiyên Kurd dixwazin bi zimanê xwe parastin û îfadeyên xwe bidin, dewlet dozên wan her taloq dike, bi vî awayî girtî demeka gelek dirêj di girtîgehê da dîl dimîne. Asta nîjadkujiyê ya dewleta Tirk li bajar û metropolên Tirkiye jî xwe bi zelalî radixe berçavan, ji lewra hê jî li bajarên Tirkan Kurd ji ber Kurdîaxiftina xwe têne kuştin. Bê şik, yê kujer ne kes tenê ne, hê ji wan bêtir dewlet e yê kujer.

Dag got feraseta kon a rayedarên pergala qirker a Tirk bi erzanî nêzîkatî li Kurdî kirin û got, ''Kurdî hêjayî perwerdeyê û felsefeyê nedidîtin, lê ne ku ji Melayê Cizîrî, Şêx Şemsedîn, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Melayê Bateyî bêxeber bûn, nexêr, ji hêz û asoya dewlemend a Kurdî ditirsiyan. Wê hê bêtir bitirsin, divê bitirsin jî.''

'BI MILYONAN KURD PERWERDEHIYÊ DIXWAZIN'

Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag herî dawî got dewleta Tirk destê xwe yê qirêjî li her derî dide lê bi milyonan Kurd perwerdehiya bi zimanê xwe dixwazin û domand, ''Dewleta Tirk a dijminatiyê li Kurdan dike ji ber ku dewleta Japonyayê destûrnameya dersdayîna bi zimanê Kurdî da zanîngehên xwe û xebat dane destpêkirin, bû agir kete pêsîra hikumeta Japonyayê. Her tişt ewqas zelal bû, Kurdiya Japonyayê talûkeyeke mezin bû bo yekparebûna sînorên Trikiyeyê, xebatên li wir dibûn sedema jidestçûna bekâya li vir.

Dibe ku di cihekê de ev polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê bibe sedemê azadbûna Kurdan, lewra hêleka asîmîlasyonê ya xurt heye; yê tê asîmîlekirin li hember yê asîmîleker bêtir bibiryar, serhildêr û tûj dibe.''