Dag: Ji bo azadiya vê axê çi hewce be, em ê bikin!

Parlementera HDP’ê ya Amedê Dêrsim Dag di Nobeta Demokrasiyê ya Mêrdînê axivî û got “Em xwedî li şaredarî û îradeya xwe derdikevin. Ji bo aştî û azadiya vê axê çi ji destê me were, em ê bikin.”

Nobeta Demokrasiyê ya HDP'ê ku li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûman li dar dixe di roja 27'emîn de berdewam kir. Nobeta rûniştinê di bin dorpêçkirina polîsan de li ber avahiya HDP'ê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dêrsim Dag jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de Parlamenter Dêrsim Dag axivî.

Dersim Dag a ku daxuyanî da wiha got:"Em li îradeya xwe û li şaredariyên xwe xwedî derdikevin. Em ê li dijî provakasyonên ku li ber avahiya HDP'ê ya Amedê dixwaze bê kirin jî li ber xwe bidin. Ji bo aştî û azadiyê çi ji destên me bê em ê bikin. Ew çi dixwazin bila bikin em ê jî li dijî wan wekî her carê têkoşîna xwe mezintir bikin. Bi desteserkirinê dixwazin li vî welatî şerekî mezin rû bide. Wê hikumet bi polîtîkayên şer têk biçe."

Piştî axaftina Dag, çalakgeran çalakiya rûniştinê li dar xistin.