Dag dipirse, Çiya Amed jî dilezîne ji ber ku Dersim li bendê ye

Çiya Amed ku 4'ê Hezîrana 2007'an li Dersimê şehîd bû, di hevpeyvîneke xwe de ya bi Halîl Dag re ji bo pirsa 'Kurdistan ku devere?' gotibû, "Devera ku tu karibe jê hez bike ew dever Kurdistane."

Dengê ji pişt kamerayê tê naskirî ye, yê yek ji cangoriyên Çapemeniya Azad Halîl Dag e. Dipirse, 'Hûn dikarin xwe bidin naskirin?'. Endamê HPG'ê Çiya Amed bi gotina 'Bila hinekî kurt be' zextê lê dike. Ji ber ku dilezîne divê xwe bigihîne devervekê. Pêngava Şoreşgerî ya 1'ê Hezîranê dest pê kiriye, endamê HPG'ê Çiya Amed jî wê biçe Bakurê Kurdistanê, biçe Dersimê. Rêya wî dirêje. Çiya Amed ji bo pêngava şoreşgerî ya 1'ê Hezîranê dibêje, 'Pêngaveke di cih de ye, lê belê bi pratîka xwe em dikarin vê pêngavê pêk bînin."

Diyaloga navbera rêwiyê Dersimê û cangoriyê çapemeniya azad Halîl Dag wiha didome:

Çiya Amed: Bila hinekî kurt be.

 Dag: Tu dikare bi kurtasî bide naskirin? Tu bi kîjan zimanî diaxivî xem nîne. Kurdî-Tirkî.

Çiya Amed: Navê min Çiya Amed e. Ez ji Amedê me. Li Amedê tevlî bûm. Derbasî Êlihê bûm, ji wir derbasî Botanê qada Mawa bûm. Di ser Botanê re hatim Zapê, li vê derê piştî ku tevlî perwerdeya şervanên nû bûm derbasî Zagrosê bûm. Demekê li Zagrosê têkoşiyam. Bi giranî li qada Cîlo ya Zagrosê têkoşiyam.

Dag: Hevalê Çiya tu çiqasî li welêt geriya?

Çiya Amed: Min dixwest gelekî bigerim. Armanca min a giştî ew e ku seranserê welêt bigerim. Bi qasî çaryeka wê jî negeriyame.

Dag: Kurdistan ku devere? Bi vê pirsê wan sînorên ku piştre hatine xêzkirin napirsim. Mebesta we ji Kurdistanê çi ye?

Çiya Amed: Ew devera ku di dilê mirovan de ye. Devera ku tu dikare jê hez bike ew dever Kurdistane.

Dag: Bi taybetî bi parêznameyên dawî re nêzîkatiya li welêt jî guherî. Gelek tişt guherîn. Me mîna dewlet-welatên din sînor tê destnîşankirin. Gelo welatê ku di xeyala gerîla de ye bi çi rengî ye?

Çiya Amed: Bi dîtina Rêberê me; welatekî welê ye kku sînorên xwe nîne û gelekî berfirehe. Bi giranî welatê ku dixwazim lê bigerim bi vî rengî ye.

Dag: Hûn diçin Dersimê. Nêrîna we çi ye, Dersim wê bibe pratîkeke çawa?

Çiya Amed: Divê mirov destpêkê biçin û tevlî pratîkê bibin. Ya rast armanca min a bingehîn çûyîna Derya Reş bû. Lê tevî vê yekê jî divê destpêkê biçe Dersimê.

Dag: Herî dawî hûn çi dibêjin? Beriya biçin Dersimê ji yên mane re dixwazin çi bêjin?

Çiya Amed: Mirov kêfxweşe ji ber ku daxwaza xwe pêk aniye. Lê li aliyê din jî hinekî xemgîne ji ber ku hevalên xwe yên bi salan li pişt xwe dihêle. Lê bi giranî kêfxweşim, ji hevalan re jî serketinê hêvî dikim.

Dag: Em jî di vê meşê de serketinê ji te re hêvî dikin.

Gerîlayê HPG'ê Çiya Amed di 4'ê Hezîrana 2007'an de li navçeya Pîlemûrî ya Dersimê di dema çalakiya dijî qereqolê de jiyana xwe ji dest dide.