Dadgeriya Tirk dosya Cemîl Kirbayir girt

Dosya Cemîl Kirbayir ku di dema darbeya leşkerî de li Erdexanê hate destgîrkirin û piştre hate windakirin, ji aliyê dadgeriya Tirk ve bi hinceta 'dem di ser re bihuriye' girt.

Cemîl Kirbayir rojek piştî darbeya 12'ê Îlona 1980'î li mala xwe ya li gundê Okçû yê Erdexanê hatibû destgîrkirin û piştre hatibû windakirin.

Têkildarî windakirina Kirbayir sala 2014'an lêpirsînê dest pê kiribû. Dadgeha Bilind biryara Dadgeha Cezayê Giran a Erdexanê ya jinûve destpêkirina lêpirsînê betal kir û bi îdîaya 'dem di ser re bihuriye' dosya girt.

Li gorî daneyên rêxistinên mafên mirovan, dewleta Tirk herî kêm 17 hezar û 500 kes bi navê 'kiryar nediyar' bêdarizandin înfaz kir. Kujer jî nayên cezakirin. Cemîl Kirbayir yek ji windahiyên ku berpirsyar dewlet e. Dayika wî Berfo Kirbayir piştî ku kurê wê hate windakirin serî li her saziyan dabû.