Dadgeriya Tirk biryara girtina nivîskar Yavûzel da

Di rûniştina destpêkê ya darizandina endamê PEN'ê Gokhan Yavûzel de bi îdîaya 'heqareta li Serokkomar' biryara girtinê hate dayin.

Endamê Yekîtiya Nivîskaran a Navneteweyî (PEN) Gokhan Yavûzel bi îdîaya "Heqareta li Serokkomar" tê darizandin. Rûniştina destpêkê ya dozê li 4'emîn Dadgeha Hiqûqê ya Esliyeyê ya Rihayê pêk hat. Di rûniştina destpêkê de biryara girtina Yavûzel hate dayin. Hezîrana 2020'î bikarhênerekî twitterê yê bi navê 'Kurtjitem' gefa kuştinê li Yavûzel xwaribû. Yavûzel li dijî gefa navborî di 6'ê Hezîrana 2020'î de li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal bi sernavê "Daxuyaniya devkî ya Gokhan Yavûzel a li dijî gefên kuştinê ye" dîmenek weşand û bi vî dîmenî bersiv da. Yavûzel di bersivê de ji bo yên li ser desthilatdariyê ne gotibû 'hûn ê bikevin' ku ev gotina wî weke 'Heqareta li Serokkomar' hate binavkirin.

Di rûniştina destpêkê ya dozê de ku kes tevlî nebû, biryar hate dayin ku bicihanîna fermana girtinê bê rawestandin û rûniştina duyemîn ji bo 22'ê Sibata 2022'an hate taloqkirin.

LÎSTEYA KUŞTINÊ YA JI 55 KESÎ

Yavûzel belavoka aştiyê ya bi navê 'Bêyî lê belê em ê nebin hevparê vî sûcî' amade kiribû ku Çileya 2016'an ji aliyê Însiyatîfa Wêjevanan a ji bo Aştiyê hate weşandin. Lewma Yavûzel bi îdîaya "Propaganda rêxistinê" hatibû sûcdarkirin û 12'ê Nîsana 2019'an biryara girtina wî hatibû dayin. Yavûzel jî li ser vê yekê li Qraliyeta Yekbûyî daxwaza penaberiyê kiribû û ev daxwaza wî hatibû qebûlkirin. Yavûzel her wiha hatibû hişyarkirin ku navê wî di nava 'lîsteya yên bêne kuştin' de heye ku navê 55 siyasetmedarên muxalîf, nivîskar û rojnamevanên Kurd ên li Ewropayê hene. Di 26'ê Tîrmeha 2021'ê de li nêzî mala xwe Yavûzel bûbû hedefa êrişa komekê.