Dadgeriya Tirk 7.6 sal cezayê girtîgehê li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn birî

Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku li şûna wê qeyûm hate danîn, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" bi 7 sal û 6 mehan hate cezakirin.

Hevşaredara Navçeya Sûrê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, ku desthilatdariya AKP-MHP'ê dest danî ser wezîfeya wê û qeyûm tayîn kir, bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate darizandin. Dadgeriya Tirk 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê birîn.

Parêzera Bûlûttekîn Sûzan Akîpa diyar kir ku beyanên şahidê nepen bi rengekî nehiqûqî hatine wergirtin û got, "Gotinên şahidê veşartî jî nakok in. Em mutalaayê qebûl nakin û dixwazin bê berdan."

Heyeta dadgehê piştî navbereke kurt bi îdîaya "endametiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Bûlûttekîn birî.