Dadgeriya Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li perwerdeya bi Kurdî birî!

Dadgeriya Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamoste Zara Mihemedî birî ku li Rojhilatê Kurdistanê zarokan hînî Kurdî dike.

Zara Mihemedî bi salan e di bin zext û zordariya dewleta Îranê de ye. Yekane hinceta van zextan jî karê wê yê ji bo perwerdeya bi Kurdî ye.

Jin a ciwan ku bi dilxwazî dersên bi Kurdî dide, piştî ku par çend caran hate destgîrkirin, bi kefaletê hatibû berdan.

Vê carê jî Dadgeha Şoreşê ya Sine 10 sal cezayê girtîgehê li Mihemedî birî. Biryara mehkûmiyetê çû ber destê Dadgeha Temyîzê û ji bo 5 salan hate kêmkirin.

Birayê Zara Mihemedî Heybet Mihemedî ji Rojnewsê re axivî.

Heybet got, desthilata Îranê sala borî bi hêcetên cûda, Zara sucdar dikirin û dihate binçavkirin. Heybet di dewamê de da zanîn ku piştî Zara bi kefalet tê berdan, Dadeha Sine 10 sal cezayê girtîgehê lê birî bû, lê piştre 5 sal ceza tê kêmkirin.

Heybet Mihemedî li ser cezayê xwişka xwe dibêje; "Her carê desthilata Îranê sucên cûda li ser Zara ferz dikir. Carek bi navê dijberiya Komara Îslamê, carek bi navê alîgiriya Hizba Sosyalîst hate sucdarkirin. Di nava çend rojên borî de bi fermî ji Zara re gotine, cezayê 5 sal ê girtîgehê ji Dadgeha Bilnd ya Îranê ji bo Dadgeha Sine hatiye şandin. Ji bo wê pêwîste di nava 10 rojan de xwe radest bikî."

Birayê Zara got ku tevî gelek endamên lijneya Dadweran cezayê Zara îmze nekirine, lê tê xwestin ceza were bicihanîn. Heybet dibêje, ji bo ku Zara xwe radest bike, tenê çend roj dem dane.

Di 23 Gulana 2019’an de hêzên Îtalatê yên Îranê bi ser mala Zara Mihemedî de girtibûn. Sedema serdegirtinê jî fêrkirina zarokan ya bi zimanê Kurdî bû.