Dadgeha Mûsilê cezayê darvekirinê li 4 ciwanên Êzidî birî; MXDŞ'ê bang li gel kir

Dadgeha Mûsilê cezayê darvekirinê li 4 ciwanên Şengalê birî. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê biryar weke biryareke siyasî pênase kir û bang li gel kir ku li ber vê biryarê rabin, dakevin qadan.

Roja 26'ê Îlona 2020'î 2 xortên ji eşîra Şemir li ser rêya navbera Til Izêr û Şengalê hatibûn kuştin. Bi îdîaya kuştina ciwanên Ereb, 4 ciwanên Êzidî yên ku temenê wan di bin 20 salî de ne, ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibûn girtin.

Dadgeha Ceza ya Mûsilê di darizandina van ciwanên Êzidî de biryara xwe eşkere kir. Dadgeha Mûsilê cezayê darvekirinê li 4 ciwanên Êzidî birî. Ji bo biryar bi cih bê anîn divê Serokkomarê Iraqê Berhem Salih biryarê bipejirîne.

Têkildarî mijarê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) daxuyaniyek weşand û li ber vê biryarê rabû.

Hevseroka Meclîsê Xezal Reşo daxuyanî xwend û diyar kir ku biryara darvekirinê biryareke siyasî ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hikûmeta Iraqê qanûnê tenê li ser civaka Êzidî pêk tîne. Bi hezaran çeteyên DAIŞ'ê hatine girtin û rixmî hebûna belgeyên pêwîst ku destê wan di xwîna Êzdiyan de heye jî, biriyara darvekirinê li ser wan dernaxînin.

Em wek Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li gelê xwe dikin ku li dijî vê neheqiya li ser ciwanên me tê kirin bêdeng nemîne, dakevin kolanan. Eger îro em li hemberî van bêdeng bimînin, wê sibe bi sedan kesên din bi hincetên cuda bigirin. Em van nêzîkatiyên Hikûmeta Iraqê wek fermanek nû dibînin."