Dadgeha Fransayê cezayê girtîgehê da siyasetmedarên Kurd!

Li Parîsê biryara doza ku siyasetmedarên Kurd û saziyên wê krîmînalîze dike, hate eşkere kirin. Dadgeha Fransayê ceza da siyasetmedarên Kurd.

Pêvajoya lêpirsîn û dozê ya ku bi êrîşa 1’ê Hezîrana 2009’an li paytexta Fransa Parîsê li dijî navenda çanda Kurd a Ahmet Kaya, piştî 9 salan li Dadgeha Edaletê ya Parîsê dest pê kir.

Heyeta dadgehê îro biryara xwe eşkere kir û cezayê girtîgehê li siyasetmedarên Kurd birî.

Li gorî vê; ji bo siyasetmedarê Kurd Abdullah Ocalan 2 sal girtî yek jî taloqkirî, ji bo Îdrîs Guzel 1 sal girtî û yek sal taloqkirî, ji bo Bulent Atmaca 2 sal taloqkirî, ji bo Îsmaîl Akgul 18 meh taloqkirî cezayê girtîgehê hate dayîn. Celîl Akdogan jî ji dozê hate berdan.

Siyasetmedarên Kurd ji ber ku berê li girtîgehê mabûn, wê li girtîgehê bêne bicihkirin lê belê wê sîstema fîşlemê FIJAIT were ferzkirin.

Sîstema fîşlemê ya FIJAIT di sala 2015’an de ji bo kesên ku bi sûçê ‘Terorê’ tên darizanidn yan jî kesên ku xebata edlî de di nava sînorên netewî de tên girtin û derbasî meriyetê bûye.