Dadgeha Duhokê 7 sal ceza li Guneşê HDP’yî û Berwariyê YNK’yî birî

Dadgeha Duhokê bi hinceta ku têkiliya wan bi PKK’ê re heye 7 sal cezayê girtîgehê li endamê YNK’ê Zaxo Mela Nezîr û li endamê HDP’ê Nîmet Guneş birî. Guneş û Berwarî di Sibata 2021'an de hatibûn destgîrkirin.

Asayîşê PDKê di 5’ê Sibata 2021’an de endamê HDP’ê Nîmet Guneş (55) ê ku 10 sal in li Zaxoyê dijî û di 11’ê Sibata 2021’an de jî endamê YNK’ê Mela Nezîr Berwarî li Derkarê destgîr kiribû.

Li Dadgeha Duhokê rûniştina doza Nîmet Guneş û Mela Nezîr Berwarî hate kirin. Dadgehê bêyî ku delîlekî pêşkêş bike, bi hinceta ku têkiliya wan bi PKK’ê re heye 7 sal cezayê girtîgehê li Guneş û Berwarî birî.