'DAÎŞ weke karteke zextê tê bikaranîn'

Çavdêrên siyasî bal kişandin ser ser mezinbûna metirsiya êrişên DAÎŞ’ê ya ji bo Iraqê û gotin, "Iraq bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ye û herêma Kurdistanê jî ji wan metirsiyan wê bê par nebe."

Tevî ku di Kanûna 2017’an de Serok Wezîrê wê demê Heyder Ebadî ragihand ku wan DAÎŞ têkbiriye, lê hê jî şaneyên veşartî yên DAÎŞ’ê bi giştî li Iraqê û bi taybetî li navçeyên Kurdistanî yên derweyî herêma Kurdistanê berdewam êrişan dikin. Sedemê liv û tevgera DAÎŞ’ê ya bi rengê êrişên ji nişkave û serdegirtina xelkê û cotkaran û wergirtina bacê ji wan û zêdebûna êrîşên wê çavkaniya xwe ji valatiya ewlehî ya li navçeyên bi nakok a bi dirêjahiya wan 4 sal û nîvan digire. DAÎŞ’ê di navçeyên Kurdistanî yên derweyî herêma Kurdistanê (navçeyên bi nakok) de nêzî 5 hezar êriş pêkaniye.

Li gorî bîlançoyên hatine belavkirin, di nava 4 salên bihorî de ku wê demê xelafeta DAÎŞ’ê hatibû rûxandin, êrişên wê nesekinîne. Heya niha zêdetirî 4 hezar û 800 caran êriş kiriye ku piraniya wan li herêmên Kerkûk, Diyale û Selahedîn pêk aniye.

Li gorî bîlançoya 11 mehan ên êrişên DAÎŞ’ê ya Wezareta Pêşmerge ku 3 roj beriya niha belavkiribû hatiye gotin ku di nava 11 mehên bihorî de DAÎŞ’ê 229 caran li herêmê bi nakok êriş pêkaniye.

Di encama êrişa DAÎŞ’ê ya 3 roj beriya niha ya li çiyayê Hemrîn de 7 leşkerên Iraqê hatin kuştin û birîndar bûn. Ji aliyê din ve jî şewa bihorî ala DAÎŞ’ê li ser çiyayê Sorkê ya bajarokê Şeqlawa ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê hatibû hildan ku bibû rojeva medyayên dîjîtal.

PARASTINA BERPIRSAN JI PARASTINA XAKÊ GIRÎNGTIR TÊ NIRXANDIN

Têkildarê cidîbûna metirsiya DAÎŞ’ê û xemsariya berpirsên ewlekariyê ya di parastina navçeyên Kurdistanî de çavdêrê siyasî Mihemed Nesredîn ji ANF’ê re axivî û got; “Metirsiyên DAÎŞ’ê di dema bihorî de timî hebûye, lê ev êrişên DAÎŞ’ê li ser navçeyên Kurdistanî yên ji derweyî herêma Kurdistanê (herêmên bi nakok) metrisiyeke mezin in. Her wiha ev êrişane metirsiyeke din jî eşkere kirin ku ev jî aqilê ku niha parastina xaka Başûrê Kurdistanê dike ye. Niha parastina berpirsan û kesên hizbî yên rayedar di dereceya yekemîn de digirin dest û parastina xak û niştîman di dereceya duyemîn de digirin dest. Em dibînin ku ji bo parastina berpirsên hizbî wesayîtên zirxî yên Emerîkayî bikar tînin û ji bo parastina giyanê hêzên li ser sînor jî wesayîtên Misrî bikar tînin ku ji bo parastina giyana pêşmergeyan bi kêr nayin. Di heman demê de cûreyên nebaş ên çekan û kêmbûyîna pêwîstiyên leşkerî li eniyan de heye, lê ji bo nobedarên kesên hizbî baştirîn cûreya çek û pêwîstiyan tên dabînkirin.”

‘HEYA KU EV HIŞMENDÎ BIDOME WÊ HERÊMA KURDISTANÊ BI METIRSIYÊ RE RÛ BI RÛ BIMÎNE’

Mihemed Nesredîn di dewama axaftina xwe de diyarkir ku li van navçeyane Kurd timî bi metirsiyê re rû bi rû ye û wiha pêde çû: “Ji ber vê pêwîste di dereceya yekê de girîngî ji parastina xak û niştîman re bê dayin, ne ji rayedar û berpirsên siyasî û hizbî. Heya ku ev hişmendiye bidome, wê herêma Kurdistanê bi metirsiyê re rû bi rû be ku ev metirsiyên ji aliyê DAÎŞ’ê yên niha dibe ku di pêşerojê de ji aliyê hêz û aliyên din ve bê.”

‘IRAQ BI METIRSIYEKE MEZIN RE RÛ BI RÛ YE’

Çavdêrê siyasî Nesredîn her wiha bal kişande ser metirsiyên li ser pêşeroja Iraq û herêma Kurdistanê û got, “Niha Iraq ji pêvajoyeke pir hesas û metirsîdar re derbas dibe, pêşeroja Iraqê jî di metirsiyeke mezin de ye. Ew yek çavkaniya xwe ji çend sedemên wek lihev nekirina aliyên Şîî li ser rayeya serok wezîrtiyê û belavbûna nav mala Kurdî û xwe vekişîna hêzên Emerîkî ku dawiya vê mehê ye digire; hemû ev sedemên heyî îspat dikin ku Iraq bi metirsiyeke mezin re rû bi rû ye û herêma Kurdistanê jî ji wan metirsiyan wê bê par nebe.”

‘DIXWAZIN GUNDÊN KURDAN WERIN VALAKIRIN’

Nesredîn di beşek din a axaftinên xwe de behsa metirsiya valakirina gundên navçeyên Kurdistaniyan yên ji derweyî herêma Kurdistanê (navçeyên bi nakok) kir û wiha berdewam kir; “Navçeyên bi nakok teqwiyeke girîng ji bo parastina herêma Kurdistanê ji êriş û metirsiyên neyarên herêma Kurdistanê ne. Niha em dibînin ku gund tên valakirin, ev jî tê wateya nemana mertala ewlekariyê ji bo parastina herêma Kurdistanê. Mirov nikare ji bo parastina giyanî ya gundên Kurdan ên li navçeyên bi nakok pişta xwe bi hêzên Iraqî germ bike, ji ber ku ew hêz dostê Kurdan nînin û di berjewendiya hêzên Iraqê  de ye ku gundên Kurdan werin valakirin. Mixabin di vê dema derbsbûyî de em pê hesiyan ku Hikumeta Herêma Kurdistanê li beramberî gundên Kurdan xemsar e. Li Gundê Lihêbanê şêniyan bi qasê 24 saetan parastina xwe li hemberî DAÎŞ’ê kir, lê di dawiyê de piştî ku hêzên pêşmerge û artêşa Iraqê bi hewara wan neçûn xelk neçar ma ku gundê xwe vala bike û DAÎŞ kete nava gund.”

‘DAÎŞ’Ê ÊRIŞÊN XWE LI SER NAVÇEYÊN BI NAKOK ZÊDE KIRIYE’

Şarezayê mijarên ewlekariyê Şêrzad Semed têkildarê çêbûna komên çete û berfirehbûna wan li navçeyê û bi taybetî navçeyên bi nakok yên di navber herêma Kurdistan û Iraqê ji ANF’ê re nêrînên xwe anî ziman û got, “Sedemê çêbûna hêz û komên terorîstî çavkaniya xwe ji ne aramî û nakokiyên siyasî û rageşiya siyasî ya di rewşa Iraq û Sûriyê digire. Piştî ku ew hêzane mezin bûn û lêdana wan ji aliyê koalîsyona navnetewî ku karî metirsiya koma terorîstî ya DAÎŞ’ê sînordar bike, lê niha em dibînin ku wî koma terorîstî êrişên xwe li ser navçeyên bi nakok zêde kiriye, ev yek çavkaniya xwe ji nebûna têgihîştin û hemahengiya di navbera hêzên Iraqê û pêşmerge digire ku bûye sedema çêbûna valatiyeke ewlehiyê ya piştî bûyerên 16’ê Îlonê.”

‘DAÎŞ WEKE KARTEKÊ YÊ ZEXTKIRINÊ TÊ BIKARANÎN’

Semed îşaret bi karanîna koma çete ya DAÎŞ’ê ya weke karteke yê zextê kir û wiha ragihand, “Dibe ku DAÎŞ weke zextekê li hemberî herêma Kurdistanê bê karanîn. Li gorî hin daxuyaniyan cihê wan komane didin guhertin wan dilepitînin, ne diyare ku lepitandina wan komane bi armance bê ka gelo berjewendiya wan di mayina hêzên Emerîkî de ye yan berjewendiya wan di vekişîna hêzên Emerîkî de ye. Ji ber ku têkiliya Herêma Kurdistanê bi Emerîka û Ewropa zêdetire tim bi vê yekê tê tawanbarkirin, ku ev yek beşeke ji zext xistina li ser kesên siyasî yên herêma Kurdistanê.

‘ENIYA TIRKMEN DIJBERIYA VEGERA PÊŞMERGEYAN DIKE’

Beşek din ji sedema bikar anîna DAÎŞ’ê û zêdekirina êrişên wê li navçeyên bi nakok çavkaniya xwe ji biryara ku ji bo çêbkirina çend lîwayên leşkerî yên hevbeş  di navbera hêzên pêşmerge û Iraqê de haiye girtin digire, dibe ku vê zextê jî bi du şêwazan werin arastekirin; yek ji wan eve ku hewl didin ew lihevkirin bi encam nebe ku me di dema bihorî de jî dît ku eniya Tirkmen daxuyaniyek da û têde gotibûn ku çawa ku hêzên Iraqê di bin navê sepandina yasa hatin û navçeyên bi nakok dagir kirin û desthilata xwe ferzkirin, niha jî dixwazin ku hêzên Iraqê cîgirê lîwayên hevbeş be. Hemû wan bûyerên diqewimin bi rageşiya siyasî ya rewşa Iraqê ve girêdayî ye.”

‘DAÎŞ PERÇEYEK JI KOMPLOYEKÊ YE’

Semed destnîşan kir ku tevlêkirina DAÎŞ’ê komployek e ji bo bi dest xistina armancên ku aliyekê diyar kiriye ye û wiha pêde çû: “Bi qenaeta min êrişên DAÎŞ’ê perçeyek ji komployekê ye ku bi piştewaniya hêzên herêmî û navxweyî tê pêkanîn. Mixabin Kurd di navxweyî ya xwe de ne aram e û ji du navendên (navçeyên) cuda ve hewl didin vê pirsgirêkê çareser bikin, ew du navendane jî li ser du siyasetên cuda yên welatên Tirkiye û Îranê dabeş bûne.”

‘HEMÛ PIRSGIRÊKÊN HEYÎ BI RAGEŞIYA LI SER NAVÇEYÊN BI NAKOK VE TÊKILDAR IN’

Şarezayê mijarên ewlekariyê Şêrzad Semed di dawiya axaftina xwe de bal kişande ser sedemê kêmkirina girîngiya metirsiyên DAÎŞ’ê û nixumandina bîlançoya rast a têkidlarê êrişên DAÎŞ’ê ji raya giştî ya ji aliyê hêzên Iraqê û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Di demekê de ku du hêzên cuda li navçeyên bi nakok hene û hewl didin desthilatiya xwe zêdetir bikin ku ew jî her du hêzên pêşmerge û Iraqê ne, di dema kêmasiyan de her du alî hevdu tawanbar dikin. Lê yên di dereceya yekemîn de zirarê dibînin şêniyên li wan navçeyan dijîn in. Planeke yê hêzên Iraqê heye û hizra ji Zaxo heya parêzgeha Fav dikin û ti carî ev hizr û baweriya xwe neveşartine û di hemû daxuyaniyên xwe de aliyên siyasî behsa yekparetiya xaka Iraqê dikin; armanca hêzên Iraqê diyar e, Kurd jî armanceke din ê xwe heye ku pirsgirêka xak û navçeyên bi nakok û Hemrîn sînorê me ye; û hemû pirsgirêkên heyî bi rageşiya li ser navçeyên bi nakok ve têkildar in.”