‘DAÎŞ ji bo herêm û hemû cîhanê xetereyeke mezin e’

Di komxebatê de panelîstan bal kişand ser xeteriya li ser çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser herêmê û taybet Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê û gotin: “Çeteyên DAÎŞ’ê ji bo hemû herêm û cîhanê metirsîdar e. Di vê mijarê de divê Rojava bi tenê neyê hiştin.”

Komxebata ‘Têkoşîna li Dijî DAÎŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAÎŞ’ê’ bi panelan didome. Di rûniştina panelê de mijara esasî DAÎŞ û malbatên DAÎŞ’ê, kiryar û terora DAÎŞ’ê bû.”

Panela Yekem bi moderetoriya Zehya El Reşî ve bi rê ve diçe.

Di vê panelê de Nûnerê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Mûnzûr Mihemed li ser mijara ‘Li ser DAÎŞ’ê û tevgera wê ya li herêmê’ baxive.

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd bi mijara ‘Nasandina Rêveberiya Xweser rola wê ya di têkbirina çeteyên DAÎŞ’ê de’, Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Sozdar Dêrik bi mijara ‘Stratejiya şerê li dijî DAÎŞ’ê û berpirsyariya hêzên navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê’ nirxandin kirin.

Nûnerê Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Mûnzûr Ehmed bal kişand ser metirisiya DAÎŞ’ê û got: “DAÎŞ aramiyê dixe metirsiyê. Ji bo parastina aramiya li Iraq û Sûriye divê kar bê kirin. Navend pir girîngiyê dide van komxebatan. Daxwaz ji hêzên navneteweyî dike ku aramiyê li herêmê peyda bike.

Di vê komxebatê de em metirsiyê didin nîşandan. Divê DAÎŞ û malbatên heyî bûye mijareke cîhanî, ji bo pêkanîn navendek ji bo çareseriyeke peyda bike ji bo vê mijarê girîng e. Ew kêrhatiya xweseriyê ya heyî ya pêşiya DAÎŞ’ê girtî û pêwîstî bi alîkariya wê heye ku bikare pêşiya DAÎŞ’ê bigire.

Divê hemû saziyên mafê mirovan, Xaça Sor û gelek saziyên din alîkariyê bikin. Alîkariyek pêwîst di vê mijarê de nehatiye kirin. Bar li ser milê rêveberiya xweser maye.

Pêwîst bû bê navber alîkarî bê kirin, bi taybet di mijara DAÎŞ’ê de alîkarî bihata kirin. Rêveberiya Xweser ji ber vê mijarê, gelek tişt ji dest daye.”

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Sozdar Dêrik destpêkê spasiyên xwe pêşkêş kir. Dêrik diyar kir ku erkek pir dijwar li ber DAÎŞ’ê kirine, di berxwedana li Sîna de 121 şehîd dane.

Dêrik got: “Mijara me teror e, stratejiya şerê li hemberî terorê ye. Ji bo li dijî terorê şer bikin, divê baş nas bikin û rast binasin. Ji 2012 heta niha weke hêzên YPG/YPJ û herî dawî weke QSD li ber xwe didin.

5 hezar jin li Şengalê hatin dîlgirtin, qismek hatibe azadkirin jî, lê tişta li wir bû, teror e. Mixabin hê me nekariya keçên Şengalî rizgar bikin.

TIŞTA LI SER EFRÎNÊ HATE KIRIN TEROR E

Dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û êrîşên dagirkeriyê hatin kirin, talan, dizî û wêranî teror e. Ziman, çand û baweriya wan tê tinekirin. Qetilkirina jinên Kurd û Ereb û tehşîrkirina şervanên YPJ’ê ev teroreke herî mezin e. Talan û qirkirina xwezayê û qûtkirina avê teror e.

Mijara herî esasî DAÎŞ e. Bi salan em li gel El Nûsre, Cehş El Hur û çeteyên Tirk yên weke Cehş el Wetenî û taybet li dijî DAÎŞ’ê şereke mezin hate kirin. Bi stratejiya parastina rewa li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî mezin hate kirin.

Herî dawî bi pîlan êrîşên li ser girtîgehê tên kirin. Herî dawî 20’ê Çileyê li ser girtîgeha Sînaa êrîşeke mezin hate kirin. Eger bi ser biketina wê cara duyemîn xîlafet îlan bikira. Lê bi saya berxwedana gelê me û hêzên me yên leşkerî ev yek têk çû. Lehengî û berdêlên mezin tên dîtin, dîtina vê ya ji raya giştî kêm dimîne. Hêzeke weke QSD û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pir berdêl da û divê ev tişt were zanîn.

Di mijara girtî û çeteyan de bi hêviya rêveberiya xweser û QSD’ê ve tenê hatiye hiştin. Divê hê zêdetir alîkarî bê kirin û ev fedekarî bê dîtin. Zêdetirî 12 hezar çete hene li destê QSD’ê de ne, ji sedî biyanî ne û ji sedî 20 jî Iraqî û yên din jî welatiyên Sûriyeyê ne. Her wiha ji dewletên cuda jî hene.

Daxwaza me weke hêzên leşkerî, divê hemû dewletên berpirsyar bikarin girtiyên xwe bibin, dadgeh bikin an jî dadgehek navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin û bên dagdgehkirin. Ev wê alîkariya herî baş a ji bo Rojava be. Welatiyên li kampan dijîn divê li ber wan berpirsyar bin û alîkar bin.”

Alîkarê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiyakurd civata heyî silav û spasiya vê xebatê kir.

TERORA HEYÎ XWE WEKÎ FIKR,ÇAND Û LEŞKERÎ BI RÊXISTIN KIRIYE

Çiyakurd wiha domand “Ev komxebat divê bibin rêyên çareseriyê û xebatên baş bê kirin. Rast e koalîsyonek heye, lê di gelek warê din de alîkarî û hevkarî nehate kirin. Tenê di warê leşkerî de alîkarî hate kirin. Ev jî têra serketineke mayînde nake. Terora heyî bi rengê fikir, çand û leşkerî xwe rêxistin kiriye. Divê di her warî de siyasî, aborî, çand û îdeolojî de ku hev temam bike, li dijî DAÎŞ’ê bê kirin.

Ev valatiya heyî kir ku DAÎŞ xwe careke din rêxistin bike. Ji 57 welatan çeteyên DAÎŞ’ê li gel me girtî hene. Me tim got ev ne pirsgirêka Rojava û QSD’ê ye ya navneteweyî ye, divê piştevanî bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re bêkirin ku çareseriyek mayînde bê dîtin. Me tim bang kir ku her kes bên çeteyên xwe bibin, lê ji bo vê ti bersivek nema, hemû kar li ser Rêveberiya Xweser ma. Ev tehdîdek pir mezin li ser Rojava heye. Taybet li kampan û girtîgehan heye. Dema êrîş dibin, ev hêzên cîhadîst ji vê sûdê dibîne.

Dema Tirkiye êrîş dike, çete jî dikevin hêzê û dikevin tevgerê. Êrîşên Tirkiye sûdê dide DAÎŞ’ê û DAÎŞ ji vê hêz û moral digire.

Divê hêzên navneteweyî û koalisyon di mijara DAÎŞ’ê de zelal be. Carekî din bang dikin, hêzên li pişta DAÎŞ û destekê didinê, ew jî rejîma Tirkiye ye. Ev hatiye îsbatkirin û belgeya vê hene. Zêdetirî 100 hezar çete derbasî Rojava kiriye. Li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, ji bo DAÎŞ’ê bûne cihên ewle û xwe li wir rêxistin dike. Rayedarên DAÎŞ’ê li wir in. DAÎŞ li herêmên Tirkiye xwe bi cih dikin û dijîn.

Armanca Tirkiye û DAÎŞ’ê ya li dijî gelê me yek e. Ew jî tinekirina gelê Kurd e. Tirkiye DAÎŞ’ê weke hêzekê li dijî me û gelê me bi kar anî. Xwestin bi vê yekê destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tine bike.

Gelê Kurd pêşengtiya demokrasî û azadiyê dike. Ji bo vê dibe hedefa van hêzên dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê. Yên pêşengtî li dijî DAÎŞ’ê kir û fedekarî kir, gelê Kurd bû. Bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriye bi hemû pêkhateyan ve tekoşîn kir û di astekê de teror têk bir. Mirovahî deyndarê gelê Kurd, QSD, YPG/YPJ’ê ne. Cîhan tev deyndar e. Divê erka xwe ya li ber Rêveberiya Xweser û QSD’ê pêk bînin. Hemû alî divê erk û berpirsyariyên xwe yên li dijî DAÎŞ’ê pêk bîne û piştevaniya xwe ya ji bo Rojava bike.

Ya li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û dîsa herêmên din hên ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê ve hatine kirin, teror e, talan e.

Em dîsa bang dikin û peyama xwe didin hemû cîhanê, erka xwe pêk bînin û berpirsyariya xwe ya li gel DAÎŞ’ê pêk bînin. Divê dadgehek adil ji bo van çeteyan bê avakirin. Yan li Rêveberiya Xweser a Rojava dadgeh vekirin an jî çeteyên xwe bigirin û li gel xwe darezînin. Divê dawî li neqebûlkirina rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dawî bikin, ji ber DAÎŞ ji vê sûdê digire û dagirker sûdê ji vê digre.

Mezinkirina terorê Tirkiye dike. Li gelek deveran Tirkiye piştgiriya terorê dike. Tirkiye divê bê cezakirin û hesab jê bê xwestin.”

Piştî panelê beşdaran pirsên xwe arasteyî panelîstan kir.