DAÎŞ'ê li Kerkûkê êriş kir: 2 polîsên Iraqê hatin kuştin

Çeteyên DAÎŞ'ê li Kerkûkê êriş birin ser bendeke polîsên federal ên Iraqê. Di encamê de 2 polîs hatin kuştin, yek jî birîndar bû.

Li gorî berdevkê Polîsan ê Kerkûkê Amir Nurî, çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Riyad ya ser bi Kerkûkê êrişî bendeke çavdêriyê ya polîsên federal ên Iraqê kirine.

Di daxuyaniya Amir Nurî de hate gotin ku di encama êrişê de, 2 polîsan jiyana xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye. Li gorî Amir Nurî çeteyan bi çekên sivik êriş pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî êrişê lêpirsîn hatiye destpêkirin û wê li wê herêmê operasyonek were destpêkirin.