DÎAYDER: Rûxandina goran dijminatî ye, bêhurmetî ye

Komeleya Alimên Olî ya Stenbolê (DÎAYDER) nerazîbûn nîşanî êrîşên dewletê yên li dijî gorên gerîlayan da û got ku “Ev kîn, nefret û hovîtî tê wateya bêhurmetiya li hemberî civaka Kurdan û dijminatiya li dijî cenazeyan.”

Serokê Komeleya Alimên Olî ya Stenbolê (DÎAYDER) Ekrem Baran daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Rûxandina gor û kêlikan heram e. Dijminatiya di navbera mirovan de çi be jî, divê li hemberî goristan û cihên îbadetê hurmet were nîşandan.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Ji ber hincetên herfên bi Kurdî rûxandina goran û şikandina kêlikan ne Îslamî ye û ne jî însanî ye. Zimanê gelan, ayetên Xwedê ye. Qedexekirina zimanan ne mafê tu dewletê ye. Ev kîn, nefret û hovîtî tê wateya bêhurmetiya li hemberî civaka Kurdan û dijminatiya li dijî cenazeyan. Heke ev tişt li ser navê dîn têkirin divê Wezareta Karên Diyanetê li ser vê êrîşê daxuyaniyekê bide.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku cenazeyê gerîlayê HPG’ê Agîd Îpek bi PTT’ê ji malbata wî re hatibû şandin û hate gotin ku “Cenazeyê ciwanekî Kurd bi PTT’ê re ji dêya wî re tê şandin. Ev tişt ne Îslamî ye û ne jî însanî ye. Ev bê exlaqî û bê wijdanî ye. Alimên dînî jî li hemberî vê bêhurmetiyê bêdeng mane. Hemû kesên xwedî wijdan divê xwe têxin şûna vê dayikê. Xwedê di ayetekê de dibêje ‘Bila nefreta we ne li dijî neteweyan be û ev nebe sedema bêedaletiyê.’