CPT Kurdistan Iraq: Divê biryara serokê herêmê ji bo hemû girtiyên Behdînan derbasdar be

CPT Kurdistan Iraq bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal kişand ser biryara Nêçîrvan Barzanî ya li ser hinek girtiyan û daxwaz kir ku ev biryar ji bo hemû çalakvan û rojnemevanên Behdînanê derbasdar be.

Chrîstîna Peacemarker Teams (CPT) Kurdistan Iraq li ser biryara Serokatiya Herêma Kurdistanê ya ji bo hinek rojnamevan û çalakvanên siyasî yên Behdînan û rewşa xirab a girtiyên li Behdînan li girtîgehên di bin serweriya PDK’ê de daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku rewşa girtiyan xirabe, nikarin parêzer û malbatên xwe bibînin.

Li ser navê CPT’ê Kamûran Osman daxuyanî da.

Osman diyar kir ku wan ji nêzîk ve ev biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li ser rojnamevanên Behdînana Şêrwan Şêrwanî, Guhdar Mihemed Emîn, Eyaz Kerîm, Harîwan Îsa Şivan Seîd ku cezayê wan ê 6 sal hatibû sepandin daxistin 2 sal û 4 mehan şopand. Osman anî ziman ku divê tavilê hemû sûcên li ser girtiyên Behdînanê bê rawestandin û demildest bê berdan û tenzîmat ji bo wan bê dabînkirin.

Osman daxwaz kir ku divê ew biryara Serokê Herêma Kurdistanê ji bo wan rojnamevanan hatî derxistin ji bo hemû çalakvan û rojnamevanên din ên Behdînanê hatibûn girtin jî derbas darbe û got: “Ji ber em dizanin dosyaya hemû girtiyên Behdînan girêdayî yek in. Ev hemû çalakvanên siyasî ji ber karê xwe yê rojnamevanî û rayîderbirîn hatiye girtin.”

Osman destnîşan kir ku di nava 6 mehan de ev qas kes li Behdînanê hatine girtin û anî ziman ku tevlî 17 rûniştinên dosyayên girtiyên Behîdînanê bûne û di encamê de ev agahî rêz kir:

“Hinek ji wan rojnamevanên biryara Serokê Herêma Kurdistanê li xwe nagirin wiha ne;

Rojnamevan Qehreman Şûkrî: 27’ê Çileya 2021’ê li Şêladizê hatiye girtin û bê amadebûna dadger 7 sal ceza lê hate birîn.

Çalakvanê Siyasî Nezîr Mikaîl Ehmed: 11’ê Sibata 2021’ê li Zaxo hatiye gitin, 8 sal ceza lê hatiye birîn.

Mamoste û Çalakvanê Siyasî Mesûd Elî: 3’yê Adara 2020’ê li Dihokê hatiye girtin, 3 sal û nîv ceza lê hatiye birîn.

Mamosteyê Zanko Şêrwan Teha Emîn: 9’ê Îlona 2020’ê li Dihokê hatiye girtin, 2 sal û nîv ceza lê hatiye birîn.

19 çalakvan û rojnamevan hatine hikûmkirin, li gel vê çalakvan Omer Xalid Emgîd ya piştî rûniştina 5 dadgehkirinê piştî 1 û 2 meh hate azadkirin.

Her wiha 26 çalakvanên Behdînan piştî 1 sal ya girtinê bê ti dadgehkirinê berê hatin azadkirin.

5 çalakvanên Şêladizê nêzî 1 sal û 2 mehin li Asayîşa Hewlêrê heta niha ti dadgehek wan nehatiye kirin, ne diyare kengê wê bên dadgehkirin.

Navên 5 kesên li Asayîşa Giştî ya Hewlêrê bê dadgehkirin tên ragirtin wiha ne:

Mehmûd Nacî Ehmed: 13’ê Kanûn 2020’ê hatiye girtin niha girtî ye, nehatiye dadgehkirin.

Kovan Tarîq Cibraîl: 13’ê Kanûn 2020’ê hatiye girtin niha girtî ye, nehatiye dadgehkirin.

Yûsif Şerîf Îbrahîm: 13’ê Kanûn 2020’ê hatiye girtin niha girtî ye, nehatiye dadgehkirin.

Emced Rêkanî: 14’ê Kanûn 2020’ê hatiye girtin niha girtî ye, nehatiye dadgehkirin.

Nêçîrvan Bedîh: 14’ê Kanûn 2020’ê hatiye girtin niha girtî ye, nehatiye dadgehkirin.

Yek ji çalakvanên Behdînan ku 13’ê Cotmeha 2020’ê hatiye girtin bi navê Bêrîvan Eyûb Hesen wisa biryar hatibû li 14’ê Sibata 2022’ê bê dadgehkirin, dadgehkirina wê ji bo 28’yê Sibata 2022’ê hate taloqkirin.

Bêrîvan Eyûb Hesen 16 mehe bê ku bê dadgehkirin, li girtîgehê ye.

CPT Kurdistan Iraq daxwaz dike ku hemû aktivîst û rojnamevanên Behdînan tavilê bên berdan û sûcên li ser wan bê rakirin.”