Colemêrg qeyûm qebûl nake

Şêniyên Colemêrgê dibêjin, dema ne ji neçarî bin naçin şaredariya hatiye desteserkirin û wê ti carî qeyûm qebûl nekin.

Piştî ku Hevşaredar Cîhan Karaman di 19'ê Cotmehê de hate destgîrkirin û girtin qeyûm li şaredariyê hate tayînkirin. Piştre meclîsa şaredariyê hate betalkirin, erka hevşaredaran û meclîsa şaredariyê radestî qeyûm hate kirin. Şêniyên Colemêrgê dibêjin ku bi destê qeyûm îradeya wan ji aliyê AKP'ê ve hatiye desteserkirin û dixwazin ku wezîfeya hevşaredar Karaman ji nû ve jê re bê pêşkêşkirin.

Ji şêniyên Colemêrgê Kahîr Demîr diyar kir ku piştî tayînkirina qeyûm îradeya gelê Colemêrgê hate desteserkirin û gotina "Yên bi hilbijartinê dest bi wezîfeyê kirine ancax bi hilbijartinê dest ji wezîfeyê berde" ya Serokkomarê Tirk Erdogan bi bîr xist. Demîr anî ziman ku ev pîvan ji bo Kurdan derbasdar nîne û got, "Mixabin şaredariyên me ne bi hilbijartinê lê bi qeyûm hatin desteserkirin. Ev yek heqareteke li Colemêrgiyan û tevahiya gelê Kurd. Em vê desteserkirina şaredariyê qebûl nakin."

Demîr got, "Di dema şaredariya me ya HDP'î de avahiya şaredariyê li gel vekirî bû lê niha em nikarin xwe nêzî wê bikin. Avahiya şaredariyê veguheriye qereqolê. Em ne mecbûr bin naçin şaredariyê."

Cafer Încî jî destnîşan kir ku ew dixwazin hevşaredarên wan ji nû ve dest bi kar bikin û got, "Qeyûm ti xizmetê ji vî gelî û bajarî re nake."

Faîk Pala jî got, "Em dixwazin hevşaredarên me vegerin şaredariyê û nava gel. Şêniyên Colemêrgê li dijî qeyûm û AKP'ê naçin şaredariyê."