Ciwanên Swîsreyê: Li hemberî dîktator em ê li Elmanyayê bin

Rêxistinên Ciwanan ên li Swîsreyê diyar kirin ku ew ê tevlî çalakiyên protestokirina Erdogan bibin.

Endamê RJG-Bernê Pîatr Makhno diyar kir ku nêzikbûna Merkel-Erdogan tê wateya dijminatiya li dijî gelê Kurd û banga tevlêbûna çalakiyên protestokirina Erdogan kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 28 û 29’ê Îlonê de ew ê biçe Berlînê. Ji ber ezimandina Erdogan bertekên li dijî rayedarên Elmanyayê zêde dibin. Rêxistinên Ciwanan ên li Swîsreyê diyar kirin ku ew ê tevlî çalakiyên protestokirina Erdogan bibin.

‘HEVDÎTIN XWE DISPÊRE DIJMINATIYA LI DIJÎ GELÊ KURD’

Li ser navê RJG-Bern (Ciwanên Şoreşger-Bern) Pîotr Makhno ji ANF’ê re axivî û got ku, “Nayê qebûlkirin ku serokkomarekî faşîst û dîktator were Elmanyayê” banga beşdariyeke xurt kir.

Ciwanên Şoreşger ên Swîsreyê diyar kirin ku ew her dem bi Tevgera Azadiyê ya Kurdan re ne û got ku, “Nêzikbûna Merkel û Erdogan tê wateya dijminatiya li dijî gelê Kurd. Em hay ji vî tiştî hene. Em ê li dijî êrîşî li ser gelê Kurd bin.”

‘NAYÊ QEBÛLKIRIN KU DÎKTATOREKÎ FAŞÎST WERE ELMANYAYÊ’

Makhno diyar kir ku ew polîtîkayên qedexekar ên Elmanyayê yên li dijî gelê Kurd jî qebûl nakin û got ku, “Qedexeyên dewleta Elmanyayê yên li dijî gelê Kurd tê zanîn. Hikumeta Merkelê biryar da ku çalakiyên protestokirina Erdogan were qedexekirin. Em vê qedexeyê nas nakin. Li dijî têkiliyên qirêj ên Merkel-Erdogan em ê bi gelê Kurd re bin û em ê pişta Kurdan bigirin. Ciwanên şoreşger divê qebûl nekin ku dîktator Erdogan were Elmanyayê. Ji ber vê jî divê em bi awayekî xurt tevlî van çalakiyên protestoyê bibin.”