Ciwanên Rojhilata Navîn sibe li Kobanê li hev dicivin

Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a Duyemîn, sibe li Kobanê bi beşdariya 400 delegeyî pêk tê.

Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn a Duyemîn, 20'ê Sibatê bi dirûşma "Bi pêşengiya ciwanan ber bi Rojhilata Navîn a pirreng û demokratîk ve" li Navenda Çand û Hunerê ya Kobanê pêk tê. Gelek rêxistinên ciwanan ji bo konferansê hatin vexwendin.

NÊZÎ 400 DELEGE WÊ TEVLÎ KONFERANSÊ BIBIN

Endama Komîteya Amadekar Êva îsa diyar kir, nûnerên Tevgera Ciwanan a Fîlîstînê, Ciwanên Tûnisê, Ciwanên Iraqê, Tevgera Xwendekaran a Lubnanê, Ciwanên Lîbyayê, Tevgera Ciwanên Ermenî û gelek tevgerên ciwanên şoreşger ji bo kongreyê hatine vexwendin.

Însiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn ji SYPG, Partiya Mûxafazakar a Demokratîk, Konseya Neteweyî ya Ereb, Tevgera Ciwanên Ereb, MSD, Kooperatîfên Ciwanan û Yekîtiya Jinan a Ciwan pêk tê.

Îsa diyar kir, konferans wê bi beşdariya 350-400 delegeyî pêk were û 3 rojanb idome.

PDK'Ê PÊŞÎ LI CIWANAN KIR

Roja Duşemê 30 ciwanên ji Başûrê Kurdistanê ji bo tevlî konferansê bibin xwestin biçin Rojava, lê belê PDK'ê pêşî li wan girt. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li ber Deriyê Sînor ê Sêmalkayê daxuyaniyek da çapemeniyê û astengî şermezar kir.