Ciwanên Mexmûrê ji bo Avaşîn, Metîna û Zapê meşiyan

Ciwanên Wargeha Peneberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo silavkirina berxwedana gerîlayan a li herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê meşek meşaleyî lidarxistin.

Bi pêşengiya Tevgera Jin ên Ciwan ê Mexmûrê (TJCM) û Tevgera Ciwanên a Mexmûrê de meşek meşaleyî hate lidarxistin. Ciwanên Mexmûrê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û meşiyan.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah  Ocalan, alên PKK’ê û dowîzên bi nivîsa 'Bêdengiya li beramber dagirkeriyê xiyanet e û Tolhildan' hatin hildan. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana gerîla, "Bijî berxwedana Zap, Avaşîn û Metînayê" hatin qîrîn.

Meş ji ber Saziya Malbatên Şehîdan heta parka Rêber Apo ya 4'ê Nîsanê dewam kir. Gelê Mexmûrê hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeriyê bi şewitandina wêneyê Erdogan nîşan da. Piştre jî daxuyaniyek ji aliyê endamê Tevgera Ciwanan a Mexmûrê Firat Bûzan ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û hişyarî hate dayin ku Ocalan ji bo wan xeta sor e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêberê me pêk neyê em ê têkoşîna xwe ya bêhempa dewam bikin û her derê ji dagirker û faşîstan veguherînin dojehê."

Di dewama daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê hate bibîrxistin û hate ragihandin ku bi piştgirî û bi destê PDK'ê Başûrê Kurdistanê bûye qadek ji bo MÎT û çeteyên dewleta Tirk.

Di daxuyaniyê de bang li gelê Başûrê Kurdistanê yê welatparêz hate kirin ku li ber vê rewşê rabe û çeteyên faşîst ji Başûrê Kurdistanê biqewirîne.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku êrişên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê di salvegera Qirkirina Ermenan de hate destpêkirin û hate gotin, "Bila dewleta faşîst û qirker baş zanibe ku êdî li hemberî wan gelekî radest bibe û serî bitewîne tune ye."

Di dawiya daxuyaniyê de jî hate destnîşankirin ku ew ciwanên wargeha Şehîd Rustem Cûdî amade ne li her qadê bi gerîla re mil bi mil li dijî dewleta Tirk a faşîst têbikoşin.