Ciwanên Kurd ên li Şeladizê hatin qetilkirin, têne bîranîn...

Emîn Salih, Azad Mehdî, Abbas Adem û Deman Omer ên ji Şeladizê ku 19'ê Hezîrana 2020'î ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, bi çalakiyan têne bîranîn.

Balafirên şer ên Tirk 19'ê Hezîrana 2020'î bombe li bejahiya gundê Sîda yê nehiya Şeladizê barandibûn. Di vê bombardûmanê de ciwanên Şeladizê Emîn Salih, Azad Mehdî, Abbas Adem û Deman Omer hatibûn qetilkirin. Heman rojê gundê Golka yê Metînayê bombe kiribûn û li wir jî ciwanek hatibû qetilkirin. Wezîrê parastinê yê dewleta Tirk têkildarî qetilkirina ciwanan gotibû, 'Bombe li sê gerîlayên PKK'ê hatiye barandin'. Vê daxuyaniyê nîşan dida ku ciwan bi zanebûn hatine qetilkirin.

Baş e çima?

Salek beriya qetilkirina ciwanan, dewleta Tirk a dagirker sala 2019'an bombe li derdora Zap û Deralokê barand û li vir 5 sivîl şehîd xist. Parlamenterên Başûrê Kurdistanê yên PDK'ê û çapemeniya PDK'ê çûn herêmê û tevlî merasîma cenazeyan bûn. Di merasîma cenaze de axaftinên welê kirin ku hewl dan gel li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gerîla sor bikin. Piştî rojekê meşek plan kirin. Xwestin ku berê meşvanan bidin Geliyê Blanda yê li pişt Şeladizê û tevgera azadiyê ya Kurd protesto bike. Piştî rojekê xelkê Şeladizê û Deralûkê û Amedê, bi hezaran kes meşiyan. Lê belê berevajî plana PDK'ê, xelkê herêmê berê xwe da baregeha leşkerî ya Tirk a li Şeladizê. Hêza ku hewl dida meşê bi rê ve bibe, nekarî bi gel. Di demeke kurt de xelkê herêmê baregeha leşkerî bi dest xist. Wesayitên leşkerî yên li baregehê hatin şewitandin. Kon, stargeh hatin şewitandin. Xelk derket ser tankan û nîşan dan ku Şeladizê Kurdistan e û cihê dagirkeran lê nîne. Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li xelkê reşandin. Ji xelkê ku rabû serhildanê hin kes şehîd bûn, hin kes jî birîndar bûn. Lê belê gel li dijî van êrişan berxwedana xwe dewam kir. Yên ku pêşengî ji şewitandina baregeha Tirk re kir, ciwanên ji Sîdayê bû. Ciwanên bi navê Emîn Salih, Azad Mehdî, Abbas Adem û Deman Omer bûn.

Piştî ku ciwan hatin qetilkirin, ji bo wan vê carê merasîmeke girseyî ya cenaze hate lidarxistin. Xelkê Şeladizê di merasîma cenaze de xwedî li ciwanan derket û nîşan da ku ew jî mîna wan difikire. Di axaftinan de bi rengekî eşkere hate ragihandin ku PDK'ê cihê ciwanan ji dewleta Tirk re ragihandiye. PDK'ê li dijî ciwanên Şeladizê bi hezaran leşkerên xwe şand Şeladizê û rewşa awarte ragihand. Tevî vê yekê jî gel rabû serhildanê û peyam da PDK'ê û dewleta Tirk a ku ciwan qetil kir.

Sê daxwazên beşdarên merasîmê ji PDK'ê hebûn...

Ya yekemîn; Baregehên dagirkeriyê yên li Şeladizê û Amediyê wê bêne girtin û dawî li hebûna leşkerî ya Tirk bê anîn.

Ya duyemîn; Yên ku di serhildana par de hatin girtin bên berdan.

Ya sêyemîn; Rêyên ber bi gundên Rêkanî wê bên vekirin û dawî li bombardûmana li ser herêmê bê anîn.

Tevî ku salek di ser re derbas bûn ti ji van daxwazan bi cih nehate anîn. Berevajî, hejmara girtiyên siyasî hate zêdekirin. Li van 5 rojnamevan hatin zêdekirin. Ceza li rojnamevanan birîn. Bargehên Tirk ên li herêmê nehatin girtin û di ser re, bi destûra PDK'ê dewleta Tirk a dagirker, li deverên cuda baregehên nû çêkir. Gundên eşîra Rekanî ji sala 1961'ê ve bi zanebûn ji aliyê PDK'ê ve têne valakirin. Bombardûmana li ser van gundan jî hate zêdekirin. Li gel vê yekê destûr nehate dayin ku xelk biçeve nava erdê xwe, biçe nava gundê xwe û dewlemendiya li wan herêman hatin desteserkirin. Bi rêya dewleta Tirk a dagirker çavkaniyên li wê herêmê tên çikandin.

PDK LI PEY LÎSTIKÊN NÛ YE

Beriya salekê xelkê Şeladizê dema ku ji bo veşartina çar ciwanên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin cara duyemîn rabû ser piyan, sê daxwazên xwe bi rengekî eşkere anî bû ziman. Rêveberê PDK'ê yê li wê herêmê gotibû ku wê van daxwazan ji navendê re ragihîne. Lê belê li şûna ku daxwaz bi cih bê anîn, PDK bi pey lîstikên nû ket. Rabûna gel a li dijî dagirkeriyê bi 'sedema bêkariyê' pênase kir. Berpirsyarê PDK'ê yê li herêmê Omer Oreyî ji bo lîstika vê lîstika qirêj hate wezîfedfarkirin. Omer Oreyî qaşo ji bo bidawîkirina bêkariyê xwest ku ciwanên Şeladizê bike cerdevan. Lê belê xelk û ciwanên Şeladizê neket vê xefikê.

GEL CIWANÊN XWE BI BÎR TÎNE

Xelkê Şeladizê ciwanên hatin qetilkirin bi çalakiyan bi bîr tîne. Bîranîn ne tenê bi daxuyaniyan tê kirin. Li gel astengiyên PDK'ê, li cihê ku ciwan hatin qetilkirin, çalakiya bîranînê tê lidarxistin. Pişte jî wê ciwan li ser gora xwe bên bîranîn. Xelk di van bîranînan de nîşan dide ku li ser şopa ciwanan e û dest ji daxwazên xwe bernedane.