Ciwanên Kerkûkê: Li hember dagirkeriyê bêdeng nemînin

Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bang kir ku divê li hemberî dagirkeriyê kes bêdeng nemîne û çalakvanên dema êrîşên dagirkeriyê li Silêmanî protesto dikirin, hatibû destgîrkirin, bên azadkirin.

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê bi daxuyaniyekê bal kişande ser êrîşên dagirkeriya Tirk û nerazîbûn nîşanî hewesta Hêzên Ewlekariyê ya YNK’ê da û got ku divê çalakvanên hatine destgîrkirin werin azadkirin.

Li ser navê ciwanan endamê Meclîsa Komeleya Ciwanên Welatparêz a Kurdistan Arîn Kerkûkî daxuyanî da û Kerkûkî daxwaz ji her kesê kir ku li hember êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê bêdeng nemnin.

Kerkûkî diyar kir Kurdistan ji aliyê dagirkeran ve hatiye parçekirin û li ser vê parçekirinê dewleta xwe avakirin û Kurd ji maf û welatên wan hatine kirin.

Kerkûkî qala derketina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û anî ziman ku bi derketina Ocalan re li Rojhilata Navîn li ser bingehê netewa demokratîk jiyan ji nû ve vejiya.

Kerkûkî bal kişand ser têkçûna artêşa Tirk a li Herêma Garê û piştî vê têkçûnê niha Tirkiye dîsa bi hêzekî mezintir û teknîkê êrîşî herêmên Metîna, Zap û Avaşîn ên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Kerkûkî got,“Bi vê êrîşê dixwaze sînorê xwe yê Mîsaqî Mîllî bi dest bixe. Kerkûk û Mûsilê jî li axa xwe zêde bike.”

Kerkûkî têkildarî xwepêşandan û destgîrkirina welatiyên li Silêmanî li dijî dagirkeriyê rabûn û got: “Mixabin di rewşa niha de Başûrê Kurdistanê ku bi rêveberiya PDK, dîsa Nêçîrvan-Mesrûr Barzanî herêma Kurdistanê pêşkêşî Tirkiye tê kirin.”

Herî dawî Kerkûkî bang li Asayîşa YNK’ê ya Silêmanî kir ku çalakvanên li dijî dagirkeriyê dengê xwe derxistin bên azadkirin.

Kerkûkî bang li hikûmeta Iraqê jî kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk derkeve û pêşî lê bigire.