Ciwanên Efrînî yên tevlî nava refên PKK'ê bûn, bang kirin

Komek ji ciwanên Efrînê daxuyaniyek da û got, "Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo hilanîna tola şehîdên Kurdistanê, li dijî destavêtin û destdirêjiya li gel û xaka me, tevlî nava refên PKK'ê bûne."

Hêzên Parastina Gel (HPG) her roj bi tevlîbûnên nû xurtir dibe. Komek ji jin û xortên Efrînî bi daxuyaniyekê tevlî nava refên gerîla bûn.

Daxuyaniya ciwanên Efrînî wiha ye:

"Daxuyaniya ciwanan bi tevahî wiha ye:

Dewleta Tirk a dagirker, qirker, faşîst, şerê qirkirina gelê Kurd wek her demê didomîne. Ji ber vê yekê her roj bi rengekî hovane êrişî jin, ciwan, gel û xaka me dike. Dewleta Tirk a faşîst û dagirker jin, ciwan, gel û her parçeyek ji vê axa pîroz tenê layîqê mirin û qirkirinê dibîne. Lewma her roj bi vê armancê kar dike. Ji bo serxistina vê armancê tevahiya hêz û derfetên xwe yên aborî, îstîxbaratî, leşkerî xistiye meriyetê.

Tevî hemû hêz, derfet û her cure rê û rêbazên şerê taybet jî li çiyayên azad ên Kurdistanê li hember berxwedan û têkoşîna gerîlayên qehreman neçar maye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi ruhê ciwantiya Apoyî fermana vê hêza duyemîn a NATO'yê anîne. Bi berxwedan û têkoşîna destanî tola salan ji faşîzma qirker a Tirk hiltînin. Artêşa wan li gel tevahiya teknîka serdemê jî li hemberî îrade û ruhê milîtanên Apoyî neçar bûye.

Bi navê ciwanên Kurd, li pêşberî vê berxwedan û têkoşîna gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê me jî biryar dan ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Em gihan wê zanebûnê ku têkoşîna ji bo parastina rûmet û kerameta gelê Kurd û gelan erk û berpirsyariya me hemû ciwanan e.

Azadiya Rêber Apo ji bo me mijara hebûn û tinebûyê ye. Em jiyaneke bêyî azadiya Rêber Apo weke bêrûmetiyê dibînin û ji bo azadiya azadiya Rêber Apo, hilanîna tola şehîdên Kurdistanê û li hember her cûre destavêtin û destdirêjiya li gelê me û welatê me tê kirin bi gerîlabûnê, bi tevlêbûna nava refên PKK’ê bersivê didin. Ji ber yekane rêya rûmet û azadiyê gerîlabûne. Ji ber ku gerîla hêza parastin û mezinkirina nirx, rûmet û şerefa gelê Kurd û tevahî mirovahiyê ye.

Em di sala 44'an a damezirandina PKK’ê ku ji bo me vejina nû ye, tevlî nava refên PKK'ê dibin. Em di çerçoveya pêngava 'Dem dema Azadiyê ye' de, bi dirûşma 'Werin cenga azadiyê' tevlî nava refên gerîla dibin. Ji ber ku ev ceng cenga serfiraziyê ye, cenga rûmet û kerametê ye, cenga serketin û azadiya gelê Kurd e. Em bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan dikin ku hûn jî werin di vê cenga rûmet, azadî û serketinê de cihê xwe bigirin.

Serketin a gerîlayên azadiya Kurdistanê ye, serketin a PKK’ê ye."