Ciwanên Başûr tevlî pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ bûn

Meclîsa Ciwanên Welatparêz li Silêmanî bi sirûda, “Bi ruhi Cenga Heftanînê Dagirkerî Têk Bibe Kurdistanê Biparêze” tevlî bêngava KCK’ê ya ‘Dem dema azadiyê ye’ bûn.

Meclîsa Ciwanên Welatparêz bi daxuyaniyekê pişgiriya xwe ji bo pêngava KCK’ê ya “Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye” re ragihand.

Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan , Şehîd Elî Çîçek û ala Ciwanên Welatparêz rakirin.

Daxuyanî ji alî Qaneh Xelîl ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Dewleta qirker a faşîst ya Tirk, 21 sal e li ser Rêber Apo tecrîdekî dij mirovahiyê bi rê ve dibe. Tecrîda ku li Îmralî li ser Rêber Apo û hevalên wî tê sepandin, li Kurdistanê jî qirkirin û li hember Tevgera Azadiya Kurdistanê jî wek êrîşa tasfiye tê birêvebirin.

Rêber Apo, bi fikr û felsefeya xwe pergal û jiyanek din ji mirovahiyê re dide. Ev hêzên hegemonîk û hêzên statukoparêz dide tirsandin. Dewletên ku li ser pişta gelan desthilatdariya xwe ava kiriye, ji hebûna Rêber Apo ditirse. Ji ber vê yekê tecrîda girankirî ya Îmralî roj bi roj li ser Rêber Apo tê şidandin.

Tecrîd li ser ciwan, jin, dayik, zarok, pîr hwd. bi şêwazên cûr be cûr tê rêvebirin. Tecrîd esasê xwe yê navenda şer û qirkirinê ye. Dagirkeriya Tirk hemû hêz û nêrînên xwe ji wir digire. Li ser vî êrîşî her devera Kurdistanê dike. Êrîşê çand, ziman, axa me dike. Tecrîdê şikandin dawiya dagirkeriya Tirk anîne.

Em ciwan û jinên ciwanên Başurê Kurdistanê didin diyar kirin ku, tecrîda ku li ser Rêber APO heye li ser Kurd û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê em qebûl nakin û li dijî tecrîdê em ê tekoşîna xwe bilindtir bikin.

Em tevlîbûna xwe ya Pêngava KCK'ê ya, “Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re, dem dema azadiyê ye” ji vir didin diyar kirin. Em wek ciwan û jinên ciwanên Başurê Kurdistanê bi şîara, “Bi ruhê Cenga Heftanînê Dagikeriyê Têk Bibe, Kurdistanê Biparêze” tevlîbûna xwe ya pêngava azadiya Rêber Apo îlan dikin.

Em Ciwanên Başûr, şehadeta Elî Çîçek bi rêzdarî bibir tînin û gotina wî ya, “Partiya me ji me re teslîmiyetê na, berxwedanê fêr kir” tekoşîna xwe heta ku Rêber Apo azad bibe û azad kar bike em ê mezin bikin.

Ciwanên Başurê Kurdistanê, ji bo azadiya Rêber Apo, li hember tecrîd û dagirkeriyê wê li hemû navçe û bajaran li qadan di nav çalakiyan de cihê xwe wê bigire. Bangawaziya me ji hemû ciwan û jinên ciwanên Başûrê Kurdistanê re, li dij tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê derketin karekî herî exlaqî ye. Îro nebe sibe wê pir derenge divê hemû ciwan bikeve nav tevgerê. Dagirkerî li her dewerê Başûr dixwaze faşîzma xwe pêş bixe. Divê hemû ciwan bi rola xwe ya pêşengtî ji bo dagirkeriyê têk bibe û Kurdistanê biparêze erka xwe pêk bîne.”