Ciwanên Şengalî ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan

Ciwanên Şengalî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xistin. Di meşê de ku hêzên Iraqê astengî danîn pêşiya ciwanan, peyama têkoşînê hate dayin.

Meşa li Şengalê roja Şemiyê ji aliyê ciwanên Şengalî Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Jinên Ciwan ên Êzidî ve hate lidarxistin.

Di meşê de ji ber salvegera 23'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê posterên Abdullah Ocalan û sembolên saziyên li Şengalê hatin hildan.

Artêşa Iraqê astengî danîn pêşiya meşê û zext li ciwanan kir. Li gel vê yekê jî ciwan heta rêya Duholayê meşiyan.

Artêşa Iraqê ji bo astengkirina meşê teqwiye kir, ciwanan jî vê carê bi konvoyan meşa xwe dewam kirin.

Ciwan bi konvoyê li Duhola û Dugirê geriyan, li pêşiya Meclîsa Gel a Dugirê li hev civiyan û bi daxuyaniyekê dawî li çalakiya xwe anîn.

Ji çalakgeran endama Meclîsa Dugirê Cîlan Şivan ji RojNewsê re axivî û got, "Civaka Êzidî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ser piyan e."

Cîlan nerazîbûn nîşanî hewldanên artêşa Iraqê yên ji bo astengkirina meşa ciwanên Şengalê da û got, "Mîna hemû gelên ku azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin, me jî ji bo Rêber Apo çalakiyek lidar xist. Lê belê hikumeta Kazimî mîna her carê çalakiya me asteng kirin. Ji bo azadiya Rêber Apo li her devera cîhanê kar tê kirin, lê belê li Şengalê tê astengkirin, ev yek şermeke mezin e. Di meşê de ji me re hate gotin, ku afşîên Rêber Apo hinedin naxwe wê me hemûyan bigirin. Me guh nedan wan û afîşên Rêber Apo hildan."

Endama Yekîtiya Jin ên Ciwan Ala Şengalî jî got, "Hikumeta Kazimî bixwaze me asteng bike jî ji bo azadiya Rêber Apo û xweseriya Şengalê em ê timî têbikoşin."