Ciwanên Şengalê komploya 15’ê Sibatê şermezar kirin

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî û Yekîtiya Ciwanên Êzîdî li Şengalê bi meşekê 15’ê Sibatê komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, ‘’Em ê bi têkoşînê Rêber Apo azad bikin.’’

Ji bo salvegera 15 Sibatê komploya nadewletî ya li dijî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî û Yekitiya Ciwanên Êzidî li Şengalê meşek meşek hate kirin.

Meş bi tevlêbûna ciwanên Ereb û Êzîdî  ji Mifriqê Komelgeha Borik bi daxuyaniyekê despêkir.  Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Yekitiya Jinê Ciwan Sara Botan ve hate xwendin.

Sara Botan got diyar kir ew komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin û got Ocalan girtî be jî fikir û ramanên xwe li tevahiya cîhanê berbelav bûye û ti hêz nikare pêşî li ramanên azad bigire.

Botan bi berdewamî bal kişande ser zextên hikûmeta Bexdayê ya li ser ciwanan û got, ‘’

Li gel Hikûmeta Kazimî rê li çalekkiyên me ciwanan digire jî em ciwanên Şengalê em ê ji bo  azadiya Rêber Apo tu astengiyan nasnekin û em ê bi tolhildan û tekoşîna xwe Rêber Apo Azad bikin.’’

Piştî daxuyaniyê hêzên Iraqê mudaxaleyê çalekiya ciwanan kirin û ji wan xwestin  ku posterên Rêberê Gelê Kurd neyên rakirin lê ciwanan guh nedan astengiyan û meşa xwe bi duruşma ‘’bimre bêbextî’’ domandin.

Çalakiya ciwanan bi astengiya artêşa iraqê ve dest pê kir.

Meşa ciwana bi rakirina posterên Ocalan, alên rêxstinên ciwan, bi dirûşmeya “ Bi tolhildana ciwanên Êzidî emê komployê têk bibin û rêber APO Azad bikin” dest pê kir.

Meşa ciwana wê du rojan dewam bike. Ciwan wê 25 kîlometre ji Mifreqa Borik heya bajarokê Xanesorê bimeşin.

Meş bi astengiyan berdewam dike.