Ciwanên Şengalê: Kesek nikare sînoran bêxe di navbera me û Rêber Apo de

Bi boneya salvegera 15’ê Sibatê roja komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî û Yekîtiya Ciwanên Êzidî li Şengalê meşek dirêj hate li darxistin.

Meşa Ciwanan ya ku ji Çerxerêya Borikê destpêkirî bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bimre îxanet”, “Bijî Serok Apo”, “Em ciwan canfedayê Ocalan in” berdewam kir. Di meşê de ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên rêxstinên ciwanan bilind kirin û bi dirûşmeya “Bi tolhildana ciwanên Êzidî re emê komployê têk bibin û Rêber APO azad bikin” meşa xwe domandin.

Rexmê ku hêzên artêşa Iraqê ji ciwanan re astengî derxistin jî lê ciwanan guh nedan astengiyan û heya Komelgeha Dohla meşiyan. Piştî ku bi sedan leşkerên artêşa Iraqê bi armanca astengkirina meşê hatin cihê çalakiyê û pêşiya wê girtin, ciwanan ji bo domandina çalakiya xwe bi konvoyan bera xwe dan Komelgeha Dugurê.

Ciwanan ev meşa ku ji bo şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê li dar xistibûn wê du rojan berdewam kiriban û wê heya bajarokê Xanesorê meşiyaban, lê ji ber astengiyên hukumeta Iraqê ciwanan li Komelgeha Dugurê bi daxuyaniyekê çalakiya xwe bidawî kirin.

Li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzidî Xemgîn Şengalî daxuyanî da û wiha got: “Em ciwanên Êzidî û ciwanên Ereb em komploya li ser Rêber Apo şermezar dikin. Em ciwan ji tevahî dewletên desthilatdar re dibêjin ku baş bizanin ‘kesek nikare roja me tarî bike’ û kesek nikare sînoran bêxe di navbera me û Rêber Apo de.

Bi saya Rêber Apo tevahî gelên bindest ji bo azadiya xwe têdikoşe, gelê Kurd û Êzidî tev bi fikra Rêber Apo îro ji bo azadiya xwe tekoşîn dike. Em Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî û Yekîtiya Ciwanên Êzidî em bang li tevahî ciwanên Êzidî û gelê Êzidî dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo rabin ser piyan û tekoşîna xwe berfireh bikin. Komploya li ser Rêber Apo, Fermana li ser civaka Êzidî û her wiha peymana li ser civaka me heman hişmendî û feraset e.”

Di daxuyaniyê de li hemberî astengiyên hêzên Iraqê ji bo ciwanên Êzidî jî wiha hate gotin: “Em ciwanên Şengalê kiryarên hikumeta Kazimî şermezar dikin û em ji wan re dibêjin; ev der Şegnale, ne Hewlêr, ne Bexda û ne jî Enqere ye. Em ciwanên Şegnalê emê heya dawî li hember van kiryaran têbikoşin û em rênadin zext û êrîşên wan. Emê hesab ji wan bixwazin. Şengal warê leheng û egîdan e, em rê nadin dagirker û komplogeran.”

Di dawiyê de ciwanan bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Rêber Apo” û “Bimre îxanet” çalakiya xwe bi dawî kirin.