Ciwanên Êzidî li dijî dagirkeriyê meşiyan
Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wan li Şengalê meşeke dirêj dan destpêkirin.
Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarên wan li Şengalê meşeke dirêj dan destpêkirin.
Yekîtiya Ciwanên Êzîdî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî bi piştgiriyê xelkê Şengalê li dijî dagirkeriya Tirk û hevkarên wê yên herêmî meşeke girseyî ya dirêj li dar xistin.
Di meşê de hewldanên dorpêçkirina PDK’ê ya herêmên gerîla û êrîşa hemwext a dewleta Tirk a dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê jî tê şermezarkirin.
Meşa navendî ji çerxerêya Sinûnê dest pê kir, wê heya Baxçê Serokatî ya Geliyê Kersê dewam bike. Meşvan wê 8 km bimeşin û li geliyê Kersê daxuyaniya dijî dagirkeriya Tirk û hevkarên wê yên herêmî bidin.
Di meşê de li gel alaên ciwanan gelek posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û timî dirûşmên dijî dagirkeriyê hatin berzkirin. Her wiha ciwan timî dirûşma, “Bijî berxwedana gerîla” diqîrin û berxwedana li dijî dagirkeriyê silav dikin.