Ciwanê Kurd ji ber ku nexwest biçe Lîbyayê hate kuştin

Li navçeya Mabata ya Efrînê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin, ciwanekî Kurd ê nexwest biçe Lîbyayê bi hovane hate kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku duh sibehê li gundê Mîrkan ê navçeya Mabata ya kantona Efrînê ya dagirkirî, cenazeya ciwanê bi navê Mihemed Mistefa Yûsif (18) li nêzî malê bi dara gûzê ve bidarvekirî hat dîtin.

Li gorî rêxistinê, hin çavkaniyên ji nava Efrînê diyar kir ku malbata Mihemed Mistefa neçar ma koçî gundê Mêrkan bibe, ji ber ku çeteyên Lîwa Semerqend mala wan ya li gundê Hec Qasim ê heman navçeyê desteser kir û astengî ji wan re derdixistin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku Mihemed Mistefa nexwestiye bi zarokê bi navê Ebdo Şêxo yê ji gundê Rota re biçe Lîbyayê û li gel hikumeta Wîfaqê ya bi piştevaniya Tirkiyê şerê artêşa Lîbyayê bike.