Ciwan li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê daketin qadan

Li banliyoya Vîlleneûve Saînt George ya paytexta Fransa Parîsê, ciwanan di çarçoveya pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; Bi hev re Serhildan" çalakî li dar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jin ên Ciwan ên Têkoşer banliyoya Vîlleneûve Saînt George ya paytexta Fransa Parîsê meşiyan. Di çalakiyê de ku di çarçoveya pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm, dagirkeriyê re; Bi hev re Serhildan" de hate lidarxistin, ciwanan ji bo mezinkirina berxwedana li dijî faşîzma dewleta Tirk bang kirin.

Ciwan destpêkê li pêşiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Vîlleneûve Saînt George li hev kom bûn û dest bi meşê kirin. Ciwanan tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCalan û êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên li ser Kurdistanê şermezar kirin û bi pankarta bi nivîsa "Bi hev re Serhildan" meşiyan.

Di çalakiyê de bi zimanên Fransî û Kurdî dirûşm hatin qîrîn û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Her wiha faşîzm hate şermezarkirin. Di dawiya meşê de li pêşiya Şaredariya Vîlleneûve Saînt George  mîtîngek hate lidarxistin.

Qisekeran li qada mîtîngê ji bo pêngava ji aliyê KCK'ê ve hate ragihandin, banga tevlîbûneke xurt kirin.

Çalakî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bi hev re Serhildan" bi dawî bû.