Civîna AKP’ê: Em ê îhaleyan bidin alîgirên xwe

AKP’yî yên ku di dawiya hefteyê de li Wanê civiyan, di axaftinên xwe de diyar kirin ku heke ew di hilbijartinên herêmî de bi ser bikevin ew ê îhaleyan bidin alîgirên xwe û ew ê alîgirên xwe têxin kar.

AKP’ê danasîna bernamzetên xwe yên Rêya Armûşê ya Wanê li avahiya navçeyê li dar xist. Serokê Navçeya Rêya Armûşê ya AKP’ê Vesîm Yavîç civîn bi rê ve bir. Di civînê de bernamzet yeko yeko derketin ser dikê û qala sozên xwe kirin. Di civînê de herî zêde gotinên ‘Heke em werin hilbijartin, em ê îhaleyan bibin alîgirên xwe’ derkete pêş û çepik hatin lêxistin.

‘ME KARKERÊN DBP’Ê DERXIST QEY ME NEBAŞ KIR?’

17 bernamzet tevlî civînê bûn. Endamê AKP’ê yê bi navê Cafer Karakoç got ku, “Siyaset sadakat e. Heke ez neyêm hilbijartin jî ez ê dev ji xebatan bernedim. Di warê îhaleyan de em ê alîkariyê bidin alîgirên xwe. Me bi hezaran karkerên DBP’ê ji kar derxist, qey me ne baş kir? Kê deng dabe partiya min, ez ê bi wan re bixebitim. Kî deng bide partiya min, em ê wî bistînin. Bavê min jî ne alîgirê min be, ez wî jî nas nakim.”

GEF LI HDP’Ê HATE XWARIN

Rasîm Aslan jî got ku, “Ez bang li reqîbê me dikim. Em ê didin dû we, hûn ê jî birevin. Bila Xwedê Tayyip Beg ji serê me kêm neke.” Serokê navçeyê yê AKP’ê Vesîm Yavîç û beşdaran demeke dirêj ji bo vê gotinê li çepikan dan.