Cîhan Eren: Divê Elewî li dijî faşîzmê bi helwesta Kerbela rabin

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren got, ''Faşîzmek heye, Elewî divê bibin xwedî helwesta Kerbela''.

Endamê Komîteya Gelan û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren bi wesîleya meha Muharremê axivî, bal kişande ser têkiliya berxwedanê û Elewîtiyê got divê mirov vegere ser Elewîtiya beriya bi 50-60 salî.

Endamê Komîteya Gelan û Baweriya ya KCK'ê Cîhan Eren bi wesîleya meha Muharramê bal kişande ser berxwedananiya dîrokî ya Elewîtiyê, diyar kir Elewîtî bi encamên berxwedaniya dîrokî heta bi dema niha hatiye. Eren diyar kir Elewîtî jixwe li dijî êrîşan xwe nîşan dide, di vê mijarê de divê fedekariyeke zêdetir were kirin, bêhtir pêdivî bi hişmendiyê heye, bi vegera li rastiya xwe heye û divê zêdetir bi pîvan û rêgezên xwe bipije. 

'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DIVÊ HELWESTA KERBELA HEBE'

Eren got, ''Ev rêç di hemû pêvajoyên krîtîk ên Rojhilata Navîn de her demê bûyer diyarker. Berxwedaneke wiha ya Elewiyan heye ku ji Huseyîn dest pê kiriye û bi Ebû Horasan hatiye asta herî bilind. Li dijî Ebasiyan tevgerên gel çêbûne. Elewîtî parçeyek ji vê ye. Karmatî hene. Babek hene. Xeta Hesen Sabah heye. Ev hemû zilm têk birine û encam standine. Ji bo ku wan encam girtine îro Elewî heye. Bîrdariya vê rêça berxwedanê Seyîd Riza ye.

Em bala xwe bidinê, Dersim navenda Elewîtiyê ye. Seyid Riza li Dersimê tekane sembol e ku li dora wî têne cem hev. Seyid Riza rêça dawî ye  ya ku bi Huseyîn re dest pê kiriye. Di darvekirinê de Kerbelayê dişopîne. Ev gotineke pir bi zanebûn e. Ne hema wiha ji ber xwe ve hatiye gotin. Hin entellektuelên ku hay ji rêça Elewîtiyê nîn in rexneyê li vê dikin. Li dijî zaliman li xaka Rojhilata Navîn berxwedan heye, Elewîtî jî nûnera herî girîng a vê berxwedanê ye. Ev berwedan li ser hîmên xwe ev Huseyînî, Kerbala daye rûniştandin. Herî dawî Seyid Riza û kurê wî ku li Xarpêtê hatin darvekirin bûne nûnerên vê.

Piştî salên 1990'î nêzîkatiya înkarê, qedexe, tinekirinê ya li ser Elewiyan bi asteke girîng hatiye şikandin. Niha ji bo Elewiyan taloke Elewî bi xwe ne. Divê ev baş were zanîn. Her demê êrîş heye. Lê piştî 90'î perdeyeka tinekirinê, înkarê rabûye, Elewî hene, her kes Elewiyan dibîne. Bi taybetî piştî geşbûna çapemeniyê ya salên 90'î Elewî bêhtir hatin dîtin. Ji bo vê jî Elewî nikarin bibêjin me wiha qedexe dikin, me ji nedîtî ve tên. Jixwe Elewî ji bo ku xwe bi Misilmantî bidin qebûlkirin ne Elewî ne..Ji bo ku Elewîtiyê bijîn hene. Û îmkana vê îro heye. Heke Elewiyek bixwaze îro dikare mîna Elewî bijî. Ji bo vê jî Elewî divê pêşî vê li xwe mikur werin.'

'DIVÊ MIROV VEGERE ELEWÎTIYA BERIYA BI 50-60 SALÎ'

Endamê Komîteya Gelan û Baweriya ya KCK'ê Cîhan Eren  bi domdarî got, ''Em tevger her demê dibêjn, Elewitiya beriya niha bi 50-60 salî çawa be, divê mirov vegere ser wê. Mirov dikare vegere ser hîsa wê, parvekirin, dadmendî, têkiliya cîrantî, xizmtî, hevaltî û dostaniya wê, vegere ser malbata wê, rê û resmnên zewaca wê, ya mirinê û kîrîvatiya wê. Divê ber bi wir ve biçe. Bêguman bi zanist û teknolojiya geş bûyî ya niha, bi aqilê wê, Elewîtî jî tim dikare xwe nû bike. Jixwe di nav baweriyan de baweriya ku herî rehet dikare di nav civakê de veguhere Elewîtî ye. Ji ber ku baweriya civakê bi xwe ye. Ne ya desthialtdar û serweran e.

Divê meha Muharremê wiha were fêhmkirin. Ez bi vê wesîleyê hêvî dikim xizmeta Elewiyan a ku meha Muharrame kirine were qebûlkirin. Bi gotina Elewîtî, heq hemû xizmetan û rojiyan qebûl bike.''