Cezayê hucreyê li Leyla Guven hate birîn

Bi îdîaya "Heqaret an jî gef li wezîfedarê cemaweriyê kiriye" 11 roj cezayê hucreyê li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hate birîn.

Leyla Guven ji 21'ê Kanûna 2020'î û vir ve li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Xarpêtê dîl tê girtin. Meha Hezîrana 2021'ê têkildarî Guven cezayê ji 22 sal û 3 mehan ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hate pejirandin.

Li gorî nûçeyan Jinnewsê, bi îdîaya "Heqaret û gef li wezîfedarê cemaweriyê kiriye" 11 roj cezayê hucreyê li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatiye birîn.

Keça Hevseroka KCD'ê Sabîha Temîzkan ji bo ku dayika xwe bibîne di 11 Çileyê de çûbû hevîdtina dayika xwe. Sabîha rewşa dayika xwe li ser medya dijîtal parve kir û gotibû ku dayika wê hatiye tehdîtkirin.

Sabîha axaftinên dayika xwe li ser medya dijîtal parve kirin û got, "Min bi dayika xwe Leyla Guven re hevdîtin kir. Dayika min got dema ku ew birine aşiyê ji ber destê wê di berîka wê de bûye ji aliyê qerdiyanekî ve hatiye tehdîtkirin. Dayika min jî ji ber vê tehdîda ku ji aliyê kamerayan ve jî hatiye tehdîtkirin got ku ew ê gilî li qardiyan bike."

Desteya Dîsîplînê ya Muduriyetaa Girtîgeha Xerpêtê  ku tehdîda qardiyan a li Leylayê  ji nedîtî ve hat bi îdaya "Heqaret li karmendê dewletê kiriye" 11 roj cezayê dîsîplînê li Leyla Guven birî.