Cezayê gelek siyasetmedar û 3 wekîlan hate pejirandin

Daraza bilind a Tirk cezayê gelek siyasetmedarên Kurd pejirand. Di nav wan kesan de ku cezayê wan hatine pejirandin parlamenterên HDP'ê Pero Dundar, Mûsa Farisogullari û Leyla Guven jî hene.

Daraza Bilind a Tirk di wê dozê de ku bi çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî bi îdîaya ''KCK/Meclîsa Tirkiyê'' li ser siyasetmedarên Kurd vekiribû, gelek ceza pejirand.

Daraza Bilind a Tirk di wê dozê de ku 14'ê Nîsana 2009'an li dijî siyasetmedarên Kurd ku bi îdîaya 'KCK/Meclîsa Tirkiyê' vekiribû îtîraza li dijî biryara Dadgeha Îstîfnavê ku hikmê 154 kesan pejirandibû, bi encam kir.

CEZAYÊ WEKÎLAN HATE PEJIRANDIN

Daraza Bilind îtîraza 139 kesan a li ser biryara pejirandina Dadgeha Îstînavê, cezayê Wekîla Mêrdînê ya HDP'ê Pero Dundar û Wekîlê Amedê yê HDP'ê Mûsa Farisogullari ku bi hinceta ''endamên rêxistinê ne'' her yekê 9 sal dabûnê û cezayê Hevseroka KCD'ê û Wekîla HDP'ê Leyla Guven, ku 6 sal û 3 meh dabûnê pejirand.

DOZA 36 KESAN HATE XIRAKIRIN

Daraza Bilind cezayê 18 salan ê girtîgehê ku bi îdîaya ''endamê rêxistinê ye''  li Wekîlê HDP'ê yê Wanê Tayyîb Temel hatibû birîn li dijî Temel xira kir, bi giştî cezayê li ser 118 kesan pejirand û cezayê li ser 36 kesan xira kir.

Darazê bi îdîaya ''rêveberiya rêxistinê'' Hevserokê berê yê BDP'ê Kamuran Yuksek, Ramazan Morkoç, Huseyîn Yilmaz, Salih Akdogan, Senanîk Oner, Bayruam Altun qebûl kir, ku her yekê 21 sal ceza li wan hatibû birîn.

Her wiha bi heman îdîayan cezayê 18 salan ê li ser Seda Akbaş Can jî qebûl kir, 18 sa cezayê li ser Tamer Tanrikolu pejirand û beşek ji cezayê xira kir. Daraza Bilind ji bo Ercan Akyol, ji bo ku doz li Dadgeha Cezayê Giran ê 5'an a Edene dom dikir xira kir û biryar li ser da ku dosya bi doza Edene re were yekkirin.

CEZAYÊ LI DÎCLE, TURK Û ZUMRÛT HATE PEJIRANDIN

Daraza Bilind her wiha cezayê 9 salan ê girtîgehê yê li ser Hasan Huseyîn Ebem, Abbas Çelîk, Zulkuf Karatekîk, Nadir Bîngol, Ahmet Erdem, Cibrahîl Kurt, Yurdusev Ozsokmenler, Mehmet Hatîp Dîcle, Nîhayet Taşdemîr, Pinar  Işik, Elîf Kaya, Yuksel Bara, Pelguzar Kaygisiz, Pero Dundar, Sara Aktaş, Zahîde Besî, Mûsa Farisogullari, Adil Erkek, Mahmût Okkan û Burhan Koç bi îdîaya ''endamên rêxistinê ne'' pejirand. Her wiha cezayê 6 sal û 3 mehan ê van kesan pejirand: Demîr Çelîk, Mehmet Tarî, Hasan Firat Uner, Hasan Îraz, Celal Yolda, Firat Anli, Selîm Sadak, Huseyîn Kalkan, Songul Erdol Abdil, Ethem Şahîn, Emrûllah Cîn, Fikret Kaya, Adin Budan, Leyla Guven, ,Gulcan Şîmşek, Nûran Atli Soyler, Abdullah Akengîn, Şeyhmûs Bayhan, Ahmet Zîrek, Engîn Kotay, Kerem Duruk, Esman Guler, Ozlem Yasak, Rojda Balkaş Akyuz, Ramazan Odemîş, Ramazan Debe, Muharrem Erbey, Tuncak Ok, Ahmet Îlan û Mustafa Dogru.''

Daraza Bilind her wiha 6 sal û 9 meh cezayê li Musfata Ocaklik, Abdurrrahîm Tanriverdî, Osman Ocaklik, Nazîm Çaglak hatî birîn, 5 sal û 2 meh cezayê li Zubeyde Zumrut, 5 sal cezayê li Serdar Zîrîg, 5 sal û 7 meh û 15 roj cezayê li Murat Tugrul, 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê ku li Mehmet Guzel û Mehmet Aksungur hatî birîn û 1 sal û 3 meh cezayê ku li Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk hatî birîn pejirand.

LI SER HIN NAVAN BIRYARA BEREATÊ

Darazê li ser van kesan biryara beratê da: Ebru Gunay, Kutbettîn Kurt, Huseyîn Bayrak, Hacî Erdemîr, Îhsan Ugur, Selahattîn Elçî, Bahrî Çeken, Yaşar Çelîk, Hasat Înatçi, Rahmî Ozmen, Sîracettîn Irmak, Servet Ozen, Kazim Kurt, Galîp Kandemîr, Yaşar Sari, Arslan Ozdemîr, Roza Erdede, Zeynep Boga, Hacîre Ozdemîr, Bedriye Aydin, Takîbe Turgay, Nîzametîn Onar, Beyhan Sakîn, Veysel Yildirim, Hanîfî Yonten, Adnan  Bayram, Îhsan  Sevîtek, Seyîthan Şen, Mehmet Devîren, Mehmet Nesîh Çaglar, Seyîtan Haran, Mahmûp Polan, Husemettîn Çîçek, Mehmet Nesîp Gultekîk, Aygul Arat, Resûl Erkaplan, Abdulserdest Tan, Abdullah Aflatûn, Abdurrahîm Dag, Abdulhalik Katar, Abdulgafûr Şen, Ekrem Elbat, Gulîstan Dehşet, Semîh Sencer, Alî Genç, Necla Korkmaz, Ahmet Cengîz, Atîlla Koca, Mesût Aydin.''

Daraza bilind 21 sal cezayê li Ahmet Bîrsîn, Mehmet Taş, Çîmen Işik, Zohre Bozaci, Turan Genç, Herdem Kizilkaya, Mehmet Akin, Mehmet Nîmet Sevîn, Lutfî Dad, Kemal Aktaş û 18 sal cezayê li Necdet Atalaya, Mazlûm Tekdag, Mîkaîl Karakuş, Olcay Kanlibaş, ,Alî Şîmşek, Umît Aydin, Ahmet Maka, Şînasî Tur, Abdullah Demîrbaş, Tuncay Korkmaz, Ercan Sezgîn û li Wekîlê HDP'ê yê Wanê Tayyîp Temel hatî birîn xira kir. Darazê beşek ji cezayê Temel Tanrikol, ku 18 sal lê hatibû birîn xira kir.

Her wiha bi îdîaya ''endamê rêxitinê'' ne, 7 sal û 9 meh cezayê li Veysî Akar û Turkî Gultekîn, 6 sal û 3 meh cezayê li Ahmet Ertak, Mesût Çetîn û Onal Îsmaîl Oner hatî birîn xira kir. Darazê biryara beratê ya li ser Heval Erdemlî, Zeynel Mat, Sabahattîn Dînç, Abdullah Bozkoyun, Mehmet Salih Yildiz, Alaattîn Aktaş, Fethî Suvarî, Alî Oruç hatî birîn xira kir.

Darazê 6 sal û 3 meh cezayê li ser Ferhat Turk jî pejirand.

Doza Nadir Yildirim, Alîcan Onlu, Dirayet  Taşdemîr, Besîm Konca, Selma Irmak, Ahmet Yildirim, Osman Baydemîr û Çaglar Demîrel, ku ji ber sedema dema ku doz hatî vekirin wekîl bûn dosyayê wan hatibû veqerandin li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amedê didome.

JI FETOYÊ HATIBÛN ÎXRACKIRIN

Li ser rayedarê Taybet Serokê Dadgeha Cezayê Giran a 6'an Amedê Menderes Yilmaz û dozgerên dema ku doz hatî vekirîn, bi endamtiya FETO'yê doz li wan hate vekirin. Derbarê Yilmaz û dozgeran doz didome, Yilmaz û dozgerên wê demê bi sedema ku bi FETO re têkildar in û têkiliyê wan hene ji peywirê hatin girtin.