Ceza li Hevserokê HDP'ê yê navçeyê hate birîn
Salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP’ê yê navçeya Doganşehîrê ya Meletiyê Mehmet Aydiner hate birîn.
Salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP’ê yê navçeya Doganşehîrê ya Meletiyê Mehmet Aydiner hate birîn.
Hevserokê HDP’ê yê navçeya Doganşehîr ê Meletiyê Mehmet Aydiner, bi hinceta, "Propagandaya rêxistinê kiriye" salek û 6 meh ceza lê hate birîn. Doza ku Aydiner negirtî dihat darizandin, li 2’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk hat. Parêzerê Aydiner tevlî danişînê bû.
Dadgehê di encama danişînê de, salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Mehmet Aydiner birî.