Cerdevanan li wesayitekê reşandin: Kesek kuştin

Li gundê Buyukçag ê navçeya Dara Hênê ya Çewligê, li wesayiteke du kesan reşandin. Di êrîşê de Sedat Ûzan hate kuştin. Edîp Ûzan jî winda ye.

Bavê 6 zarokan Sedat Ûzan tevî pismamê xwe Edîp Ûzan ê bavê 3 zarokan, ji bo bizinan ji herêmeke gundê xwe bînin, bi wesayita xwe bi rê ketin. Wesayit doh êvarê saet 16'an ji gund derket. Gava ku wesayit bi rê ket, wesayiteke cerdevanan jî da dû wan û piştî wextekê wesayit sekinand. Cerdevanan li her du kesên ji wesayitê peya kirin, gule reşandin.

'PIŞTÎ KU JI WESAYITÊ PEYA KIRIN, LI WAN REŞANDIN'

Di êrîşa cerdevanan de Sedat Ûzan hate kuştin. Aqûbeta Edîp Ûzan jî hîn nayê zanîn. Tê gotin, cenazeyê Sedat Ûzan birine qereqola jendermeyan.

Li gorî agahiyan, cerdevanan hewl dane bûyerê weke şer nîşan bidin.

Kekê Sedat Ûzan Azîz Ûzan got, "Piştî ku birayê min û pismamê min ji wesayitê peya dikin li wan direşînin."