Cerdevan dest avêt zaroka 15 salî

Li Payîzavayê cerdevan Faîk Dûral dest avêt H.D. a 15 salî ya li dibistaneke mayinê dixwend.

Cerdevan Faîk Dûral ê ji gundê Repetikê yê navçeya Payîzava ya Wanê beriya 2 hefteyan dest avêt zarokeke 15 salî H.D. ku li Dibistana Herêmê ya Mayinê ya Hoşapê dixwend.

Piştî ku malbatê gilî kir, cerdevan Faîk Dûral hate girtin. Xizmên cerdevan ên Dûral gef li malbata H.D. xwarin û jê xwestin ku dev ji gilîkirinê berde.

Bav M.D. çû dozgeriyê û dev ji giliyê berda. Bav M.D. nekarî li hemberî zext û gefên cerdevanan îdare bike û koçî Wanê kir.

LI ŞAXÊ JÎ CERDEVANAN ÊRIŞ KIRIN

Li gundê Konalga yê navçaya Şaxê jî Rîskî Okan ê 45 salî ku 25 sal in cerdevaniyê dike, beriya mehekê dest avêt zarokeke 15 salî.

Piştî ku zarokê ji malbata xwe re qala bûyerê kir, dayik û bav giliyê cerdevan Rîskî Okan kirin.

Cerdevan Okan li Şaxê ji aliyê dadgehê ve hate girtin.

Parêzerên malbata cerdevan Rîskî Okan, piştî ku dosya lêkolîn kirin, dest ji dozê berdan.

Li ser vê yekê sercerdevan Selîm Ozbek ji bo berdana cerdevanê êrişkar Okan kete nava hewldanan û zextê li malbata zarokê dike.