Cenazeyê Îzer li Mexmûrê bi girseyî hat veşartin

Cenazeyê karkerê bi navê Welat Îzer ê ku îro li bajaroka Erbet a girêdayî Silêmaniyê di encama qezaya kar de jiyana xwe ji dest dabû, li Mexmûrê hat veşartin.

Li bajaroka Erbet a Silêmaniyê di şîrketeke înşaatê ya çêkirina benzînxaneyê de karkerekê ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ê bi navê Welat Îzer di encama qezaya kar de jiyana xwe ji dest da.

Cenaze ji Tiba Edlî ya Silêmaniyê bi karwanek wesayîtan ber bi Mexmûrê ve hate oxirkirin.

Piştî ku cenaze gihîşte Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û bi cih anîna vecibeyên olî bi tevlîbûna sedan şêniyên wargehê cenazeyê Welat Îzer li goristana wargehê hat veşartin.

Piştî veşartinê li wargehê kona şînê hat vedan û şêniyên wargehê ji bo sersaxiyê bidin malbata Îzer kom bi kom diçin cihê şînê. Şîn vê sibe jî bidome.

Welat Îzer 27 salî û bavê zarokekê bû.