Cenazeyên kolberên di bin aşûtê de mabûn hatin dîtin

Malbatên ku ji Îranê hatin xwe gihandin cenazeyê 5 kolberên ku 18’ê Çileyê li bin aşûtê ketibûn.

Malbatên ji Îranê hatibûn ji bo zarokên xwe ji bin aşûtê der bixinin, xwe gihandin cenazeyê her 5 kolberan.

Kolberên bi navê Molaî Xudaî, Firat Xûdaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî ku piştî 18’ê Çileyê li herêma sînorê Rojhilat ê navçeya Elbak a Wanê ji ber aşûtê winda bûbûn, malbatan bi hewldanên xwe dest bi lêgerîna wan kirin.

Di encama xebatên malbatan de cenazeyên Metîn Eslanî,Bîlen Ehmedî, Moalî Xûdaî, Yaver Eslanî û Firat Xûdaî ji bin aşûtê hatin derxistin.

Malbatan cenazeyê zarokên xwe birin Îranê.