Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Aşkin û Gongormuş hatin veşartin

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Celal Aşkin û Tucay Gongormuş ên di encama bomberdûmana li Geliyê Pîlemûriyeyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin.

Cenazeyên gerîlayên HPG’ê Celal Aşkin û Tucay Gongormuş ên di encama bomberdûmana helîkopterên artêşa Tirk a li Geliyê Pîlemûriye yê  ya Dersimê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin veşartin.

Aşkin û Gongormuş ên ku cenazeyên wan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyayê ji aliyê malbatan ve hatin teşxîskirin, anîn warê lê jidayikbûyîn Gundê Xecerê. Di merasîma cenaze ya ku li vir hate lidarxistin li gel rêveberên HDP’ê û BDP’ê bi sedan kes amade bûn.  Piştî wecîbeyên olî hatin bicihanîn û şûnde, cenazyên Aşkin û Gongormuş li goristana gund hatin veşartin.