Cenazeyên du gerîlayan piştî 4 mehan dan malbatên wan

Cenazeyên gerîlayê HPG'ê Ferît Danişman û gerîlaya YJA Starê Buşra Kaya, 4 meh piştî şehadeta wan radestî malbatên wan hate kirin.

Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Buşra Kaya ku di 7’ê Gulanê de li Dersimê di şer de şehîd bû, rakiribûn Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Meletiyê. Malbata Kaya ya li Êlihê ku beriya 4 mehan lê geriyabûn, çûbû Meletiyê û ji bo testa DNA’yê mînaka xwînê dabû. Piştî 4 mehan ji malbatê re hat ragihandin ku encama testa DNA’yê pozîtîf derketiye, li ser vê yekê malbat duh çû Meletiyê, cenazeyê keça xwe girt û anîn Êlihê.

Merasîma cenazeyê Kaya li Goristana Asrî ya navenda bajêr hat kirin, ji xeynî malbatê nehat hiştin ku kes tevlî merasîma cenaze bibe. Polîsên ku derdora goristanê dorpêç kirin kesên diketin goristanê di Lêgerîna Agahiyên Giştî (GBT) de derbas kirin, kesên ku paşnavê wan Kaya nebûn nehiştin bikevin goristanê. Gelek kesên ku xwestin tevlî merasîma cenaze bibin heta ku karê veşartinê bi dawî bûn li ber goristanê sekinîn.

Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ferît Danişman ê ku ku di 24 gulanê de li şerekî li Çiyayê Cûdî yê Şirnexê jiyana xwe ji dest da, piştî 4 mehan radestî malbatê hat kirin. Malbatê li ser lihevhatina mînakên DNA’yê yên beriya niha dabûn, serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê da. Piştî ku karên pêwist hatin temamkirin, cenazeyê Danişman ê li Goristana Bêkesan a Şirnexê radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê Danişman, li Goristana Kadîrîler a Bedlisê hat veşartin.