Cenazeyên 2 gerîlayên li Bagokê şehîd bûn hate veşartin

Cenazeyên gerîlayên HPG'ê Denîz Orak û Sîmanûr Kaya ku li Çiyayê Bagokê di operasyona dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, hatin veşartin.

Dewleta Tirk li Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê 11'ê Kanûnê dest bi operasyonê kiribû û operasyonê heta 15'ê Kanûnê dewam kiribû. Di vê operasyonê de ku balafirên şer bombardûmaneke giran kirin, 6 gerîlayên HPG'ê şehîd bûbûn.

Cenazeyên şeş gerîlayên jin rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê. Roja 20'ê Kanûnê roja Yekşemê ji bo teşhîskirinê malbatên sê gerîlayan çûn nexweşxaneyê.

Malbatên Denîz Orak (Hîra) û Sîmanûr Kaya (Mesken) cenaze teşhîs kirin.

Malbata Betul Dîlen (Dîcle) ya ji gundê Aluca yê navçeya Qereyazî ya Erzîromê hat, diyar kir ku cenazeyên çar gerîlayan welê lê kirine ku nayên naskirin. Malbata Dîlen ji ber vê yekê ji bo testa DNA'yê mînaka xwînê da.

Cenazeyên Orak û Kaya piştî hin astengiyên kêfî radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyê Denîz Orak li gundê Kurika Çeto yê navçeya Artûklû ya Mêrdînê hate veşartin.

Cenazeyê Sîmanûr Kaya jî li Goristana li navenda navçeya Nisêbînê di bin zext û zordariya polîsan de hate veşartin.